| |
Meqbûle Menzûr *
QERTEL LI
HER DERÊ NE *
Nûçe zû belav bûn. Di destpêkê de hêvî di dilên gundiyan
de geş bû lê dirêj nekir dema ew bi encama gumanê û
pênebaweriyê dîsa dilsar bûn: Gelo ew ê rast sozên xwe
bi cîh wînin? Gelo em ê rast wan diyariyan ji wan bi
dest xin? Û gelo ew ê rast tevahiya roja li Deka (paytextê
Bengladeşê: wergêr) li me binihêrin?
“Ma hûn ê çawa neçin? Ma hûn ne hemwelatiyên vî welatî
ne? Ma we jî wek her kesî maf nînin? Wa ye serok
fersenda bidestxistina wan mafan didêye we.”
Ciwanê axiftî pantelonekî buhanerx û xîllikekî puncabî
yê rengxerdelî li xwe kiribûn. Wî berçavkên reş ji pêş
çavên xwe levandin û bi çavên ji ber ronahiya rojê
civilinî ser hev li gundiyên li ber wî kombûnî niherî.
Li kêleka wî du ciwanên din li ser lingan bûn, yekî bi
qemîsekî hawayî û yekî bi qemîsekî hêşinî kalîtebaş.
Ber levandina berçavkên reş ciwanê diaxiftî bi Emînuddîn
ve wek kesekî nezimanxweş xewinî, wek mirovekî xwînsar û
bêyî dilsozî. Ew wek ciwanekî bajarî dihat xuyakirin, ji
ewên ku ji bo seyranekê diçin gundekî û heke dabençe li
nik wan hebe wê ji bo keyfê bi kar dihînin.
Ebdul Mulla yê ixtiyar bawerî bi van ciwanan nebû. Bi vî
temenê xwe ew nema êdî zû bi zû dihat xapandin. Wî bi
destmala xwe xuh ji rûyê xwe zewa kir û got, “Mafên çi?
Ji roja jidaybûnê û vir ve me her jana birçîbûnê hest
kiriye û ew jana hîn jî berdewam e …”
“Rast e, apo,” ciwanê bi qemîsê hêşin gotina ixtiyêr
birrî. “Te rast got. Jiyana te bi tevahî yeke zehmetkêş
bû. Û ne tenê ya te. Welat bi tevahî ji ber birçîbûnê
dinalêye. Lê ne ji vir û şûn ve. Dem hatiye ku hûn li
mafên xwe xwedî derkevin, û ji bo van armancan e ku
serokê me bi şev û roj tê dikoşêye. Ne xwarin dikeve
devê wî, ne jî razan dikeve çavên wî.”
Emînuddîn pirsî, “Kengê em ê biçin?” Emînuddîn pirr
ciwan bû. Li bervaciya Ebdul Mulla, dilê wî hîn ji
hêviyê vala nebû bû. Wî rojên xweş ber bi çav dihanîn,
rojên ku bikaribûya tê de xaniyê xwe yê biçûk li şûna
sapî bi tenekeyê qalind binixamta û bazinekî zîncîrînî
zîvîn ji jina xwe re bikiriya. Wî xwe kûr-kûr pê ve
mijûl nekir ka kengê û çawa van rojên xweş ê werin.
Xortê bi qemîsê hêşin bersîv da û got, “Di berbanga roja
îniyê de kamiyon ê ji bo rakirina we bigihên. Divêt hûn
hemî amade bin.”
Abdul Mulla pirsî, “Ez dizanim ku em ê bi kamiyonan
biçin lê em ê çawa vegerin? Ber demekê kesine wek we em
birin bajêr, wek we dilên me bi hêviyê mişt kirin. Lê ji
bo vegera me tiştek nekirin. Ne pere dan me, ne jî heta
derheqê asayişa (emniyeta: wrergêr) me de alîkar
derketin. Li dawiyê...”
“Ev çi gotin e!” Axaftina Ebdul Mulla dîsan hat birrîn,
îcar ji aliyê peyayê bi qemîsê hawayî ve, yê ku por li
ba diket. “Bi gotinên wan kesên ji partiya xayinan meyên
xapandin! Em ne wek wan in, em çawa we dibine, em ê wisa
jî we vegerînin. Ji aliyê pereyan ve, her yek ji we dê
bîst takayan (pereyên Bengladeşê: wergêr) bi dest xe –
neqdî.”
Roj di paş ewrekî de hat veşartin û şûna her kes lê kom
bû bû ket bin siyekê. Saldema baranê bû, deqeyekê roj
hebû û ya din baran (li van deveran du saldem heve, yeke
bi baran û yeke bêyî baran: wergêr).
Peyakî bi navê Kerîm pirsî, “Lê xwarina navreyê?”
“Me ew hesaba jî kiriye. Em ê ji bo we hemiyan qutiyeke
tiji xwarina biriyanî (xwarinke van deveran e: wergêr) û
goştê miyan bidin. Her yek ji we dê qutiyekê bi dest xe
û dikare xwarina tê de bixwe yan bi xwe re bibe mala xwe.
Û bîst taka pere ji bo her yekî/ yekê ji we. Hûn ê di
berbangê de di kamiyonan de bi rê kevin û li dû nîvro
dîsa bigihên gundê Emdenga. Em ê li gel hev beşdare
kombûna li bajêr bibin. Em ê guh bidin axaftina serok.
Heta fersenda dîtina navenda bajarê Deka jî dê hebe. Û
ev hemî bêpere.
Gundiyên din bi çavên rexnegir li Kerîm û Ebdul Mulla
diniherîn: Çima ew qas ji van pirsan? Lê Ebdul Mulla
dixwazt ji van xortan bizanibe ka çi dê li pêş derçûna
ji gund cîh bigire, bi taybetî derheqê pereyan de.
“Belê, belê,” wî got. “Gellek serok hatin û çûn. Ew di
demên helbijartinan de dibin dostên me. Li dû
helbijartinan me didin ber pehînan. Ma ya were serê van
ciwanan çima dê ji ya hatî serê yên ber wan der be?”
“Na, na, guh medin wî,” yekî got; “bawerî bi van xortan
dihêt.” Ew kurên ciwanmêran in, ne sxtekaran. Ew bi min
ve wek sextekar xuya nakin.” Emînuddîn jî nuha baweriya
xwe êdî bi wan dihanî, her weha jina wî Şoxîneyê jî. Wê
her du jinên ciwan yên li tenişta wê di bin darekê de li
ser hesîreyekê daniştibûn di çav xwe re kiribûn. Ew tev
xortan ji bajêr hatibûn. Şoxîneyê matmayî li sarîyên wan
yên ji şîfonê birqonekî seyr dikir (jinên bengalî, wek
jinên Hindistanê, “sarî,” ku wek perçeyek caw e, li dor
bedena xwe digerînin). Çiqa sarîyên xweşik bûn! Van
jinên ciwan Şoxîne pirr kêfxweş kirin dema ew wek
“xûşkê” bi nav kirin. Wan ji wê re behsa serokê xwe
kirin û gotinê ku ew mirovekî gellekî çê ye.
Şoxîneyê nikaribû xwe ragire û pirsî, “Serokê we çawa
xuya dike?”
Ciwana ku ji herduyan ya çermspîtir bû keniya û got, “Ma
çima tenê serokê me be? Ew serokê hemiyan e. Serokê we
ye jî, yê me ye jî. Ma te ew di televizyonê de nedîtiye?
Televizyon li gundê we heye.”
Şoxîneyê rûyê xwe qermiçand û got, “Televizyon di mala
muxtêr de heye. Ma qey ew bixêrhatinê li me dike? Law û
peya diçin wir lê malbata muxtêr wan paş ve vedigirînin.”
“Ha, wisa -“ got jina ciwan lê hevoka xwe birrî û bi
şêweyeke din bersîv da: ”Heke te li televizonê seyr
kiribûya te dê serok dîtibûya, û xanima wî jî.”
“Jina wî pirr xweşik e?”
“Bêguman. Û wê weqa sempatî li gel we hemiyan heye. Heta
ji bo xatirê we sarîyên herîrî jî li xwe nake. Tenê yên
ji pêmî (pembû: wergêr) hatî çêkirin li xwe dike.
Derbarê tadeyên ku peyayên gundî li jinên xwe dikin de
jina serok gellekî xemgîn e; her weha ji bo qanûnên xwe
bi pirsa qelen û hevberdanê ve eleqedar dikin. Dirêj
nake ew ê were serilêdana we, wê demê hûn dikarin
rastiya derbarê hemî derd û kulên xwe de jê re bibêjin.
Şoxîne tê negihîşt. Ma mirov dê çawa bikaribuya dawiyê
bide derd û kulan? Xûşka wê Helîme hat bîra wê, ew’a ku
mêrê wê ew berdabû û 3 zarok jî di stuyê wê de hîştibûn.
Dû re Nebitûn bi bîr hanî, ya ku xwe bi vexwarina
dermanê kêzik û mêşan kujt çimkî nema dikaribû ji lêdana
mêrê xwe tehmûl bikira. Û Renû jî hat bîra wê. Mêrê wê
hêwî hanîbû ser çimkî bavê wê radyoyek nexistibû nav
qelenê wê (li van herêman bavên qîzan qelen didin:
wergêr). Lê mêrê wê bi xwe ne wisa bû. Ta roja îroj wî
jiyan li wê nekiribû dojeh. Wê tenê ji ber jana
birçîbûnê dikişand. Carine divabû malbata wê di salekê
de neh mehan hefteyê rojekê rojî bigirta da ku xwarina
wan têrê bikira. Ma gelo jina serok guh bida vê kêşeyê?
Ma gelo bikaribûya tevdêra wê yekê bikira ku wê, mêrê wê
Emîn û kurê wan yê biçûk têr nan bixwarana? Van
pirsiyaran di serê Şoxîneyê de bûn lê nikaribû ji van
jinên ciwan re wîne ser zimên. Ji dest hat tenê bibêje,
“Na, xûşkino, ez ê neçim kombûna li bajarê Deka. Kurê
min ê bigirî heke ez wî li şûn bihêlim.”
“Ev çi gotin e? Navêt tu neçî. Ma weha dibe? Tenê ji bo
çend saetan e û hew! Xwesiya te dê li kurê te binihêre!”
“Niza’m,” Got Şoxîneyê.” Kurê min har e. Bawer nakim
ligel dapîra xwe rihet danişe.”
“Bêguman ew ê rihet danişe. Mêrê te jî diçêye. Hûn ê ji
xwe re bajêr jî bibînin. Hele hema vê yekê têxe nav
hişên xwe! Hele bi bîr wîne hûn ê çiqa keyf bikin!”
Şoxîneyê dît ku rast e, ew ê çûneke bi keyf be. Lê wê
sarîyek nebû ku neqetiyabe. Yê li wê bi du pîneyan bû û
yê din qetiyabû. Her du jinên ciwan ew li cîh hîştin û
ber bi mala Eyşê meşiyan, sarîyên wan yên şîfonî di bin
ronahiya rojê de dibiriqîn. Ramanek ket serê Şoxîneyê.
Eyşê dotmama mêrê wê bû. Heke wê sarîyek jê bixwazta,
bêyî guman Eyşê dê yekî xwe ji bo çend saetan bidayê. Dê
çiqa baş bûya heke wê yê bi kulîlkên mor bidayê. Ji mêj
ve bû ku meraqa Şoxîneyê li yekî bi wan rengan hebû,
yekî bi kulîlkên mor û doraliyên rengzêrîn.
Riza (pirinca: wergêr) Emînuddîn dixwar di ber da ma û
hindik ma wî bifetisîne. “Ev çi gotin e qîzê? Dixwazî
biçî bajêr! Bajarê Dekayê! Hele çiqa wêrek bûye!”
Fedokiya adetî ya Şoxîneyê xwe wergerand serhişkiyê û wê
got, “Bo çi na? Çima ez neçim? Gellek jinên din jî
diçine. Ez ê jî biçim.”
“Bo çi na?” mêrê wê bi qerf lê vegerand.
Şoxîneyê gotina wî birrî. “Emîne, Meta Sobûran, Helîme û
dapîrên wan jî diçine. Eyşê jî dixwazt biçe lê diya wê
gotê heke xezûranên wê pê bihesin ew ê qayil nebin,
çimkî bûka nû ye.”
“Rast e. Bûkên nû derketinî û jinên çeleng divêt neçin.“
Bi vê gotinê re mêrê wê çavek bi wê re qurç kir.
Şoxîneyê xwe wekî ku şermezar bûbe xuya kir û dû re got,
“Êh ma ez wek berê çeleng im?”
“Bêguman. Tu hîn wek berê xuya dikî. Xelk dibêje ku tu
weha xuya dikî wekî ku hîn nezewicî bî.” Li dû ev gotina
xwe wî tasek av vexwar û çû der. Şoxîneyê dest pê kir
hinek riz û pincar ji xwe û xwesiya xwe re amade bike.
Kurê wê di xew de bû. Divabû ew xwarinê û şuştina
feraxan ber hişyarbûna wî biqedîne. De çima neçe bajêr?
Xwesiya wê piştgiriya wê dikir. Bîst taka û qutiyeke
tiji xwarina biriyanî ne hindik bûn.
Xwesiya wê ya pîr ket ket hindir û pirsî: “Te qe
Biriyanî xwariye?”
“Na, Xaltiyê,” Şoxîneyê bersîv da, “lê dibêjin ta’ma xwe
wek pîlavê ye. Nizanim çawa çêdikin. Heke du qutî dan
me, ez ê yekê ji te û Bedşa re bihêlim.”
Rûyê pîrejinê vebû. “Pîlav ha! Ta’ma xwe wek pîlavê ye!
Min ber demeke dirêj pîlav xwaribû. Na, na, divêt tu
biçî bajarê Deka. Ez dikarim Bedşa îdare bikim.”
Wê şevê Şoxîneyê ji mirê xwe pirsî, “Gelo biriyanî çawa
çêdikin? Min bihîstiye ta’ma xwe wek pîlavê ye.”
“Wek pîlavê ye,” Emînuddîn got, “Gellek goşt û biharat
tê de hene. Aşpêjên navdar li bajêr wê çêdikin. Lê ji bo
çi tu li biriyanî dipirsiye?”
Va pirsiyara wî li xweşiya Şoxîneyê nehat. “Ez wek te ne
zikhej im. Ez ê para xwe bidim Bedşa û xaltiyê. Tu para
xwe ji xwe re bibe. Lê divêt tu bîst takayên xwe bixî
ser yên min û bi wan pereyan ji min re sarîyekî bi
kulîlkên mor bikirî. Ji mêj ve ye dilê min li yekî heye.”
“Va hêviyeke mezin e. Ma çel taka têrê bikin?”
Li dû kurtedemekê, dema Şoxîneyê li rûyê mêrê xwe niherî,
ew ketibû xew. Wê puf li çirayê kir û mat ma çawa
mirovek bikaribe di xew keve dema ku ewqas tiştên balkêş
ji bo axaftinê li holê bûn. Wê meraq dikir ku mêrê wê
hişyar bima da ku derheqê çûna Deka de bipeyinîna.
Li dawiya dawiyê roja îniyê hat. Kamiyoneke mezin bi
berbangê re gihîşt gund. Gundî hemî li kêleka rê kom bûn
– hinek da ku biçin û yên din da ku temaşe bikin. Kesên
pirr ixtiyar, yên pirr biçûk û mirovên nexweş divabû li
gund bimana.
Şoxîne di quncekî kamiyonê de danişt û bi destê mêrê xwe
girt. Wê rûyê xwe bi aliyekî sarîyê xwe nixamtibû. Çend
jin û keçên din jî li kêleka wê daniştibûn. Kamiyon ji
şêniyê gundê Emdenga mişt bû. Wê gemiyeke tiji fêkî hanî
bîra Şoxîneyê.
Bi rêkevtina kamiyonê re roja demsala bi baran hilat û
dest pê kir bayî germ bike. Bezabûna kamiyonê zêde bû û
bê xwe li rûyên gundiyan dixist. Bi Şoxîneyê wer dihat
wekî ku ew difirine. Wê sarî ji rûyê xwe wê de levand da
ku baş li doraliyên xwe binihêre lê gundî di hindir
kamiyonê de weqa siqesiq li ser lingan bûn ku wê ji
serên wan pê ve nikaribû tiştekî bibîne. Ew nuha ji mêrê
xwe veqetiyabû û nikaribû wî bibîne.
Li dawiya dawiyê kamiyon rawestiya. Bajarê Deka! Ew li
kêleka meydaneke fireh ya tiji sîwanên mezine rengîn bûn.
Dengekî ziravî bilind ji dengbelavokê (hoparlor: wergêr)
dihat. Û ew qas mirov! Şoxîne di kamiyonê de ma û bi
rûyê nixamtî li mêrê xwe geriya. Dema çavên wê li wî
ketin wî bi destên xwe ew haydare cîhê xwe dikir.
“Hemî ji kamiynê dakevin jêr,” yekî got. “Serok li
gihîştinê ye. Na, na, mêr bi serên xwe, jin bi serên xwe;
jin biçin wî alî.”
Çend jinên ku hewl didan xwe bigihînin sîwaneke mezin
Şoxîne ji pêş xwe gêr kirin. Gellek jinên din di binê
sîwaneke din de li ser palasekê daniştibûn. Çendekên din
li ser îskemeyan rûniştibûn. Lê van jinan ne wek
Şoxîneyê bûn. Sarîyên bedew li wan bûn û ji rûyên wan
rengên bextiyariyê diyar bûn. Hejmareke bilind ji xelkê
li wir bûn. Ew û Emînuddîn ji hev veqetiyabûn. Gelo ew
li ku bû? Şoxîne dilxemgîn bû. Gelo heke dema vegera li
gund gihîşt bikaribe wî bi cîh bike? Jinên ji gundê wê
di nav xelkê de belav bû bûn. Wê ji dûr ve xûşka xwe
Helîme dît ya ku li gel xwesiya xwe daniştibû. Wê bang
li wan kir.
“Huş!” yekî gotê. Hemî jinên li dor wê ew dan ber çavan.
Jineke bi berçavkên reş, sarîyekî kesk lê, awirek dayê,
“Bêdeng bimîn! Serok gihîşt. Bo çi tu diqîriye? Ma vir
hewşa mala te ye? Danişe û dengê xwe bibirre.”
Serok hat! Şoxîneyê serê xwe ber bi jor hilda da ku
sehneyê bibîne. Rêzeke ji mirovan li wir bû. Gelo kîjan
serok be? Peyayê kulîlk li dor stû?
Komekê bi mîkrefonê stranek pêşkêş kir. Dû re axaftineke
dirêj hat pêşkêşkirin: Gotin, gotin, gotin. Gewriya
Şoxîneyê hişk bû bû. Wê dixwazt tiştekî vexwe. Wê di
berbanga rojê de tenê piçek nan xwaribû. Gelo demjimêr
bû bû çi? Çima ew qas germ bû? Pêlên ji bedenên mirovan
nêziktir dibûn. Germahiyê nefesa wê teng kir. Wê careke
din bi heyecan hewl da ku mêrê xwe di nav xelkê de bi
cîh bike. Her kesî nuha li çepikan dixist, pistepist ji
beşdaran dihat, digotin ku serok ê dest bi axaftina xwe
bike.
Dengekî pirrî qebe ji mîkrefonê hat der lê ji nişkê ve
hat birrîn. Tevahiya meydanê hejiya. Bombe. Kesekî
bombeyek avêtibû. Qîreqîra xelkê bû. Kevir wek baranê
dibariyan. Agir bi sehneyê ketibû. Mirov bi ser hev de
diketin, hewl didan bezatir û dûrtir birevin û her kesî
dikir ku yên li pêş xwe gêr bike. Bi her du destan
Emînuddîn rêçika xwe di nav koma ji mirovan de vedikir û
bizava dîtina Şoxîneyê dikir. Polîs bi çoyan li xelkê
didan. Dûyê ji xaza hêstiran ew wek koran kiribû. Bi
encama janê ew dilukumiya. Çoyek li serê wî ket. Bedena
wî lerizî û ew li ser piştê ket.
Baranê dest pê kir hûrik-hûrik bibare û her ku çû zêde
bû. Di nav çend deqeyan de bû wek ava ji derên kunan
bihêt der. Bajarekî seyr yê bi ew qas tax! Ka kamiyon li
ku ma? Ew kesên ku ew ji gund hanîbûn li ku ne?
Qerabalixê Şoxîne bi ber xwe xistibû û ji meydanê bi dûr
xistibû. Ka yên ku dê pere û xwarina biriyanî bidana wan
û ew vegerandana malên wan li ku man? Ka Emînuddîn? Gelo
wî ew li dû xwe hîştibe û vegeriyabe gund? Gelo bi
encama tevliheviya li meydanê cîh girtî brîn bû be?
Şoxîneyê bi miqayitî li doraliyên xwe niherî, bi hêviya
ku gundiyekî yan gundiyeke xwe bibîne. Sarîyê wê, porê
wê – her tişt şil û pil bûbû. Wê dest jê berda û nema di
taxan de li mêrê xwe geriya. Daxwaza wê nuha tenê vegera
li warê xwe bû, şûna ku kurê wê Bedşa, xwesiya wê û mala
wê lê bûn. Mala wê ne çi mal bû lê ya wê bû. Ma dê ta
kengê li vê taxa vekirî bima? Gelo meydan li ku ma? Gelo
mêrê wê hîn li wir be?
Dirêj nekir êvar gihîşt. Şoxîneyê bi tirs xwe wek
lawirekî (heywanekî: wergêr) li kêleka rê kome ser hev
kir. Baranê vekiribû. Bayekî qebe ewrên reş li asîmanî
dabûn ber xwe. Wê dît ku kamiyonek li nêzikî wê
rawestiya. Gelo hatibe wê bibe malê? Gelo Emînuddîn tê
de be? Wê serê xwe bi kêleka sarîyê xwe nixamt û rabû
ser lingan. Kamiyon ne tê de, tax vala bûbû. Darên mezin
bi encama rabûna bayî dihejiyan. Şewqa lampeyeke bajêr
rûyê wê yê bi hêvî rohn kir.
Dengê peyakî ji kamiyonê hat. “Hê, jinê, tu çi dikiye li
vir?” Şoxîneyê bersîv da: “Dixwazim biçim mal.” Dest pê
kir bigirî, û bi giriyê xwe re hewl da tiştê hatî serê
wê wîne ser zimên.
Du peya ji kamiyonê daketin. “Ha, tu hatî kombûnê?” got
şofêr. “Lê van kesan hemî derewîn in. Ma dê pereyan
bidin we? Bêguman na. Ew ê tenê we bigihînin meydanan.
Ew vegerandina we ji bo xwe pêwîst nabînin. De tu dê
çawa biçî mala xwe?”
Şofêr li bedena Şoxîneyê ya ku dilerizî niherî û bi
dengekî nerm got, “Xeman mexwe. Tu ji kîjan gundî yî?”
“Emdenga.”
“Ew li ser riya me ye. Têkeve kamiyonê. Em ê te bibin
mala te.”
“Lê peyayê bi min re...?”
Şofêr rûyê xwe tirş kir. “Peyayê bi te re kî ye?”
“Mêrê min e. Ew jî hat kombûnê.”
“Li ser wî xemgîn mebe. Ew peya ye. Ew dikare bi serê
xwe vegere malê. Têkeve kamiyonê. Dereng dibêye û taxên
bajêr bi tehlûkeyan dagirtî ne.
Şofêr Şoxîne gêre paşiya kamiyonê kir. Ew di nav komeke
kartonên tiji de veket. Roja dirêj, tirsê, rewşa
tevlihev bûyî û baranê ew mest kiribûn û tevahiya bedena
wê nuha teziyabû. Wê çavên xwe qurç kirin û ket xewê.
Dema kamiyon gihîşt dervayê bajêr peyayê duyem got,
“Emdenga ne li ser riya me ye. Em ê çi bi jinikê bikin?
Em ê wê li ku deynin?”
“Çi pê bikin?” Şofêr keniya. “Nêçireke xweşik bi dest
ketiye, lawo!”
Peyayê li dû teqîna bombeyê bi ço giran hatibû lêdan mir.
Pijîşk cawekî spî avêt ser laşê bênav. “Bextereşo! Ji bo
bimire hat kombûnê.”
Pijîşkê din yê di nobedariyê de got, “Kesên wek vî her
di kombûn û xwepêşandanan de dihên kujtin. Serokên
partiyan qe nahên kujtin. Ma çawa bihên kujtin? Ji bo
wan her parastineke bi miqayitî heye. Ew zû haydare
teşqeleyan dibin û otomobîla wan her dem li benda wan e.
_______________________________________________________
* Va kurteçîroka nivîskara bengladeşî Meqbûle Menzûr di
kovara PEN INTERNATIONAL (Hejmar 2, 1996) de, di bin
navê VULTURES ARE EVERYWHERE de, hatibû weşandin.
Rebecca Janson ew ji bengalî wergerandiye înglizî û
Şahînê Bekirê Soreklî ew ji înglizî wergerand kurdî.
Tîrêja Kurdî
kurdi@tirej.net |
|