| |

Perwîz
Cîhanî
KEWÎRA XOYÊ
Cotek masî
bûn,
Gelekî têhnî,
Li korka çavên
Xelîne wê,
Ava kanîya sar
Le min dixwestin.
Muxabin ko ez
Nav uqyanosan
Kiranişînê,
KEVÎRA XOYÊ
Çolek qaqir bûm.
01.08.97
Zürich
*Kevîr: kewîr, çola hişk û bê av
***
POŞMAN
Wek derwêşekî bikeve zikir,
Darê porrên xwe ,
Pirr sersemane,
Ne ji dil hejand.
Tûrretîya xwe,
Di guçkê bayê da,
Weha ragehand:
Nikarim û qet napejirînim,
Ko gula canê
Têkoşerekî; aza û nebez,
Li
ser bejna min,
Bê pejmirandin.
Ez pirr poşmanim,
Li hebûna xwe !
***
VIRR
Tovreşandin,
Çandin,
Çîldan,
Serhilanîn li jêr wê axa giran.
Tavî û teyrok,
gel ba û baran,
Şilî û şepelî,
Sirr û şexte dîn.
Ruskîn,
Perwerîn,
Bejinvedan,
Geşbûn,
Gulvedan,
Gehîn,
Pejmirîn,
Hişkbûn,
Qişirîn.
Pûşê payîzê,
Yan perrê kayê,
Li
ber bayê çûn.
Pelçiqîn li jêr pîyekî dijwar.
Yan jî helçiqîn li jêr simekî.
Ber devê dasê, yan tirpanê çûn.
Çi derew bû, bê wate,
Çi pûç bû :
JÎYAN!!
Hvîna sala 1997 Oerlikon
JI BO:
ESKERÊ
BOYÎK
Esker hozanê hêja
Ji
min te ra sed silav
Hîvî dikim ji yezdan
Te
neêşin host û gav
Bi
hêz û pirr şîyan be
Te
qelem û dest û çav
Hindî cîhan bimînibe
Li te hebe deng û nav
****
Ji
helbestên te hilda
Min bêhna sed gulavê
Her rêzikek wê min dî
Bi
ronîya kanîyavê
Wek rihan û
piltan bûn
Li
jêr libên xunavê
Li
xwêneran geş dikin
Cerg û dil û hinavê
****
Xwezî min jî wekî te
Suruşt wa baş nas kira
Neqş û nîgarên heyî
Li
rex hevdu ras kira
Erd û esman bi xeber
Nav hev ra derbas kira
Wekî neqşên emenîyan
Min jî li wan bas kira
****
Her helbestek te gotî
Hemû tevda zindîne
Her malikek te kêşdar
Sed xezelan ew tîne
Neqşên li qelema te
Zor xweşkok û cindîne
Cuwan û xişt û xemdar
Wek zarrokên gundîne
****
Tu her hebî ronakbîr
Hozanê dilgeş û jîr
Lê xweş Ehûramezda
Ew dayîka da te şîr
Bi helbestên te xweşin
Tev şêx û koçek û pîr
Dilawîne dilê `kul
Dilê gelê li jêr nîr
****
Buhara sala 1997 Zürich
Piştî xwendina dîwana Esker
ya bi navê „Kulîlkên çîya“
MIROVXOR
Çi şeverreşek bê çav û `kor bû
Ne xûya ji mi ra ser û binê wê,
Min qet nizanî,
Evê şeva reş,
çawa tav qurt kir?!
Çawa isteyrik li bêjingê da?!
Tek û tek rijand.
Çi şeverreşek bilqetav bû lo!!!
Ronahî vexwar.
Dilgeşî vexwar.
Serxweşî vexwar.
Cewanî vexwar.
Cuwanî vexwar.
Vê mirovxorê,
nav lê bû:
J
Î
BÊYHEVKASE
Min cama jehrê,
Ya ko SOQURAT,
Em fêre kirin,
Li
dûrîya kesan,
Dabû ser destan,
Noşî can dikir.
Taska jehra reş,
Ez
pê diketim,
Pirr mest û serxweş.
Kesî negot min:
Noşî canê te!
Çende nexweşe,
Bêyhevkasebûn!!
イ.キ.97 SEEBACH
TORRMIRCAN
Pîtên peyvên min,
Ji hev berdidin.
Riste diverrese,
Hevok hev nagrin.
Ez nizanim,
Ezê pê kîjan,
Mircan û morikên çîyan,
Torrka gerdena te vehûnim,
Ax?!
Ew torra morî,
Ya ku keçên Kurd,
Gava ko cot sîng qît
Û evîn li dilê xwe da
seh kirin,
Dayîk dikin gerdena wan da.
Wan keçên xame!
Ax evîna min!
Mêjveye ko ez,
Morik, morik,
Peyvên çîyan,
Pêve dikim,
Ji bo torrmircana wê gerdena te,
De qît ke sîngan!
Derenge CANÊ!
01.11.98 Zürich
Tîrêja Kurdî
kurdi@tirej.net |
|