| |

Mihemed
Hemo
Ma ne yê min e ?!
Mêr mêr e çi gur e çi şêr e !.
Ne xwezaniya mêran ne xwezaniya jinan, herdu jî jîyanê
tal dikin. Gava merov dikeve nav civakê, xewnan bi roj
di paşela jîyanê de dibîne, çi xewnên şêrîn çi xewnên
tal.
Jîyana xortaniya me li gund bû, di demsala havînê de
gelek gundiyan bi şevê li nav baxçe û rezên xwe xew
dikirin . Baxçeyekî me jî gelek gumreh hebû, cur bi cur
meywe tê de hebûn û hemî cureyên sewziya havînê jî tê de
hebûn.
Loma min jî nedixwest bi şevan vegerim gund min holek li
ser dara gûzê çêkiribû, car car min jî bi şev li bêxçe
xew dikir, geh min avdana bêxçe dikir geh min nêçêra çûk
û tulûran dikir.
jîyanek ta merov bêje xweş bû.
Li derdora me jî xelk hebûn li nav baxên xwe xew dikirin
.
Rojekê ez li ser holê di xewek şêrîn de, min nedî çawa
hêlbertiyek tê guhê min, min xwe weha teqle dikir, weha
teqle dikir ku ez ji wê xewa şêrîn hişyar nebim, min
nikarî xwe li ber pêla hêlbertiya wî dengî bigirta Lewra
ez bi sergiranî hişyar bûm ji ber xewa li ser dara gûzê
gelek giran e, gava min guhê xwe da wê hêlbertiyê min
zanî ku dengê kê ye, dengê jin û mêrekî navsal bûn li
nav rezê xwe xew dikirin, wê şevê li ser holê ketibûn
qirika hev û şer dikirin.
Bi lez, ez ji ser holê hatim xar û min wek peyamnêrkî
çalek berê xwe da şer ta bikevim nav bûyeran ku
bizanibim; ew şerê çi ye.
Her ku ez nêzîkî wan dibûm, dengê wan bilind dibû .
Mêr ji jina xwe re digot: Ez ne ker bûma min tu ji xwe
re nedihanî, bila ew apê min be ji gora xwe ranebe, wî
tu xistî stuyê min .
Jinê jî digot erê wele te xwe nas kir tu çî yî, tu ne
ker bûyayî te vê şevê ev ton û reng nedikirin û xelik li
me hişyar nedkirin.
-Ez ker im, çima te ez kirim??
_Ma min tu kirî? Xwedê ji dê û bavê min nerazî be!.
-Tu çima nifira li dê û bavê xwe dikî, ma tu bi zorê
dane min??
Tema tu ji ser xanî nedihat xwer, niha jî tu dixî stuyê
wan rihmetiyên dê û bavê xwe???
_Ez ji ser xanî nedihatim xwar, an tu ji ber gêdûka me
nediçûyî?? Te ji bîr kirî , tema tu bûbûyî hevalê kûçikê
me, te rojê çend danan kûçikê me nan dida, îro tu bûyî
mêr û dipeyivî?......
Hezar kesên xwe dikirin qurbana min hebûn , ma ez ji te
ve mabûm qermiçiyo ?
- Ez qermiçî me, mêle ez bêjim ha??
_Ma tê çi bêje, te tiştek hêşt te negotî??
- Te ji bîr kir, tema te kûna min maç dikir; niha ez bûm
qrmiçî?
_Wey tu kûr bî !
- Ez kûr bim, tu kane înkar kî, te maç nedikir??
_Qey min bi qestî maç dikir, ma kê kûn û rûyê te ji hev
dikir der??
Ez jî yên te bêjim ?
-Lêy ez ê vê darî îşev di te de bişkînim, dê were ser
holê vê şevê bila xelik li me hişyar nebin malxirabê
bila ev şeva bi xweşî derbas be.
- Can ji te here tu vê îşev nabînî, piştî vê rezaletê
giştî, tu dewa tona jî ji min dikî; ey bê ûjdan?
Ta wê hingê ez gihîştim dev wan, min şevbaşiya wan kir:
Apê Hesen ev çi hêlbertiya we ye vê şevê, ma ne şerm e
ji we re??
Dengê we li van çolan der dikeve?? Xelik li dora we hene
rêwî di van riyan re derin û tên, ev tişt li gor we ye??
- Law kurê min baş e tu hatî , bêje niha ez mêrê vê
ehmaqê me yan na?
Belê wele wek ez dizanim tu mêrê wê yî .
- Eferim tu kurê mêra yî. Kurê min çê xerap xandina te
heye, Pêxmberê umetê negotiye jin berî xew ke divê heft
caran ji mêrê xwe bixweze û eger wisa jî neke deriyê
cinetê nabîne, we ye yan na ?...
Belê wele we dibêjin .
Law ez xêra vê ehmaqê dixazim, ez naxwezim guneyên vê
kafirê pir bibin, law ez bixwe jî jê dixwezim ta ew
guneh jê re neyên nîvsandin, dîsa jî ji min direve , ne
bi ya min dike ne jî bi ya Pêximberê umetê, ez vê gawirê
çi bkim?
Kurê min vê jinê heya min bir, ez helalê wê me, dikim û
nakim were nav cihê min nayê, ji min direve. Ez kuda
herim bi van riyên spî? Bi vî temenî ez herim ser cihê
jinên xelkê, li vê çolê; layîqî min e??
Haşa - haşa weha nabe apê Hes.
- Ma nahêle kurê min nahêle, ez çi bikim? Merov dibêje
qey ne helala min e law, ji min direve-direve !!.
_Hey wex wex rûyê te reş bin mêro! Hey bêbext, hema parî
bi pişt gewriya te dikeve tu ji bîr dikî! Tema pêr bû,
te çi zû ji bîr kir, hey bêbext ey rûreş ! Ji ber riyên
xwe yê spî ve şerim bike!.
-Lê ger diho bû, pêr bû , îro bû , îşê te jê çi ye ?
Bila her set bê jî, ma ne yê min e lêy, heqê te lê çi ye??
Ez kê tê de birîm jî heqê kesî tê de heye?!
Wel- wel bi qewlê Pêximber be tu rûyê buhêştê jî nabînî,
na wele!
Tîrêja Kurdî
kurdi@tirej.net |
|