TÊKILÎ

 

HELBESTA NÛJEN

 

HELBESTA KLASÎK

 

ÇÎROK

 

REXNE

 

HUNER

 

PEXŞAN

 

PIRTÛK

 

NÛÇEYÊN ÇANDÎ

 

WERGER

 

ROMAN

 

HEVPEYIVÎN

 

SÎNEME

 

BEŞÊ EREBÎ

 
 

 

 

 

 

 

 

 
 

 

 
     
   

 

Kawa Şêxê

Nameyek ji Dayika Min Re


Roj baş Dayê!
Ev bû çend roj ji te pêve di Bîra min de nayê
ka ji min re bibêje, te vê sibê qehwa xwe vexwar û te ya bave min dayê
an jî wek her sibehê, hê tu li hêviya min î?

ez ji Berlîn, ji te re dinvîsim û malşewitiya Berlînê dayê bêdawî ye..
Bi Mîlyonan dayê tê de hene..
lê hîn kesî ji bo min negotiye tu kî yî?
kesî negotiye min tu birçî yan jî tî yî?
Hîna Jinekê dest porê min nedaye û negotiye: Kurê min te çima xwêdan daye?
û hîna Jinekê Kewê tî di sînga min de av nedaye..
û hîna Jinekê ji min re negotiye: Şev sar e Kurê min, tu li ku mayî?

Roj baş daye û roj bi te dest pê dike....
Tu bi destekî nan ji min re li penêr dipêçî û min bi maçekê li ser riya dibistanê bi rê dikî
û bi destê din jî dîwarên hêviyê li dora min lê dikî

Roj baş dayê û ez dizanim ku tu hîna di pencerê de li hêvya min dimînî
û ez dizanim ku tu her şev min di xewna xwe de dibînî
û ez dizanim ku tu di nava Kulîlkên - te ew li bexçe çandine- diçînî
ez zanim tu her êvar, li ber rojavahiyê, min weke ayetê dixwînî
û her Sibeh wek xunav dişînî

ka ji min re bibêje, te û salan, we çi ji hev kir?
hîna keryên xezalan ji çavên te dadikevin bi rev?
û hîna tu qûçan radikî û dîsa wan her şev dihilşînî?
ji min re bibêje !
hîna tu kulîlkên pencerê bi çemê Hêviyê av didî?
û her êvar berî tu razê silavê li wêneya min dikî?
Hîna tu nahêlî kes li cihê min rûne?
û hîna tu gurzên qawana li dora sûretê min dihûnî?
û her sibeh tu radibî ku va ye hemû kulîlkên dunyayê li ber Serê te vebûne?


Roj baş dayê !
ez aniha dizanim bê min çiqasî bêrya te kiriye
min bêrya bêhna destê te kiriye
min bêriya biskê sipî ji porê te kiriye
û min bêriya rengê hinê li ser serê tilyên te kiriye

Roj baş dayê !
Roj baş melayiketa vê dunyayê
Roj baş nazika rengê xwezayê !
Roj baş hêviya dawî ya ku di taryê de vêketî mayê
diyariya asman û Xwedayê


ez dizanim ku em li ber çavê te mezin nabin
ez dizanim ku tu dua dikî da em şa bin
ez ê çawa bikenim heger çavên te ji bo min giriya bin?
û ez e çawa zanibim ku Roj hilatiye bê ku perwanên te li dora min firiya bin?


Roj baş dayê û ez dizanim ku tu bi Nameya mirinê hêsiran dibarînî
bibûre ...ez dizanim ku Zarokekî sîh û pênc salî şerm e ku dayike xwe bigirînî.





Kawa şêxê
Vlotho
21.06.2006


 

 

 

Tîrêja Kurdî

kurdi@tirej.net

 

 
 
 
 
 

 

tîrêja kurdî

 

kurdi@tirej.net
 

 

 

tirej@tirej.net 
جميع الحقوق محفوظة بـ تيريز. كوم 
©www.tirej.net.2006