TÊKILÎ

 

HELBESTA NÛJEN

 

HELBESTA KLASÎK

 

ÇÎROK

 

REXNE

 

HUNER

 

PEXŞAN

 

PIRTÛK

 

NÛÇEYÊN ÇANDÎ

 

WERGER

 

ROMAN

 

HEVPEYIVÎN

 

SÎNEME

 

BEŞÊ EREBÎ

 
 

 

 

 

 

 

 

 
 

 

 
     
   

Michel foucault

Li Dijî Odîb’
Dergehê jiyaneke bê Faþîzim e



Li Ewrupayê, di navbera salên (1945- 1965) ê de, rêçeke tendûristane bo ramandinê, þêweyekî destnîþankirî bo gotara(xîtaba) siyasî, û sincine (exlaqine) destnîþankirî bo yê rewþenbîr, hatibûn peydakirin. Gerek, bivê nevê, mirov peywendiyeke gur û germ li gel Marks girêbida, û gerek nehiþta ku ramanên wî miþext bibin û ji Froyid (S.freud) bi dûr bikevin, gerek rêxistinên delîlan bi rêzgirtineke pir bilind derman bikira.Ev hersê merc di warê mijûlbûna mirovan de, mijûlbûna bi nivîsandinê û bi gotina beþekî ji rastiyê, çi li ser xwe û çi li ser serdema xwe be, dihatin pejirandin.
Piþt re pênc salên bi lez, xwîn germ, pênc salên ji kêfxweþî û mamikan, bi ser de hatin. Li ser dergehên vê cîhana me, bê guman, Vêtinam wek yekemîn kulma ku li bin guhê desthilatdariya damezirênkar diket, radiwestiya. Lê li vir, di nav paþila me de û li ber çavên me, çi çêdibû? Tevliheviyek ji siyaseta þoreþgêrî ya li dijî gemkirinê? Ceng jî li ser du eniyan dadayîye: Xwînmijiya komelayane û gemkirina psîkolojane? Hilperikîn û hilkiþandina Lîbîdo ( ) ya ku ji alî pevçûna di nabera çînan de hatibû dirustkirin û amadekirin? Renge wisa be.
Ku çawan be jî, ev þirovekirina naskirî û dualî bûbû bahaneya ku
bi alîkariya wê bûyerên wan salan rondibûn.
Xewna ku, di navbera þerê cîhanê yê yekemîn û derçûna Faþîzmê de, bi çelengiya xwe qatên otobî li Ewrupayê- li Elmanyaya Vîlham Rayþ û li firansaya suryalîzman, sermest kiribû, ew xewn vegeriya da ku ji nû ve pizota wê rastiyê bi xwe,

gur bike: Marks û Froyid bi heman (bi eynî) gurbûnê hatibûn ronîkirin.
Lê ma bi rastî tiþta ku çê bûbû ev bû? Ma bi rastî jî pirs bi vejandina projeya otobî ya salên sihî ve, û vê carê di sewiyeta bikaranîna dîrokî de, girêdayîbû? Yan jî bizavekê, berê xwe da berevajiya vê rewþê,
berê xwe da nakokî û pevçûnên siyasî yên ku qet nema li gel nimûnedariya(nimûzec) ku rewiþta Makisî biryar li ser dabû, digunciyan? Yan jî berê xwe dan alî ezmûneya xwezayê û teknîkên wê yên ku nema bi Froyid ve girêdayîbûn? Bê guman çend alên kevnar bilind bûbûn, lêbelê þer ji
meydana xwe hat guheztin û di çend herêmên nû de bi cih bû.
(Li dijî Odîb) yekemîn tiþt, û berya her tiþtî, berfirehiya meydana nixumandî, eþkere dike. Lê ji vêya bêtir û ji vêya gelektir, pêktîne. Devavêtina pûtên pîrbûyî , tinazi û lîska bi Froyid re jî , vê berhemê tar û mar nakin. Di bingeha xwe de, nav di me dide, me dehf dide ku em berê xwe bidin kûrahiyên dûr, pir dûr.
Xwendina (li dijî Odîb) wek ku çavkaniyeke teorî yî nû be, çewtî ye(ji xwe hûn wê teoriya bi navûdeng a ku hergav li ser dipeyivin û wê radighînin me , dinasin: teoriya pir alî ya ku dê bi awakî reha, gelemper û sozdar be û bersiva her tiþtî bide, dibêjin ku (dê pir hewcedarî vê teoriyê be) bi taybetî di vê serdema ji hevketî de, serdema psporiyê, serdema ku bê (hêvî) maye).
gerek di nav vê xirecira tirsnak a ramanên nû û bîrûbaweriyên - têkperane de: gerek em li (felsefeyê) negerin çinkî (LI dijî Odîb) ne peykelekî çirusonkî ye. Di baweriya min de çêtirîn xwendin bo (Li dijî Odîb) ewe ku mirov bixwîne û wek (hunerekê)li hember raweste, mebesta min bi hunerê ew hunera -wek nimûne- ku di çeþnê (hunera Irosî) de ye. çunkî analîzkirina peywendiya arezûyê bi realîtê re û bi (alava) kapîtalîzmê re, bersiva pirsên berhest pêþkêþ dike, pirsên ku guh didin çawatiya tiþtan bêtir ku guh bidin jiboçiyetiya (sedemên) wan. çawan arezû di gotarê(xîtabê) û di kirinê de, li tevlî ramanê(fikrê) dibe? çawan arezû dikare û çawan dikare, bivê nevê, di hundirê çarçewa siyasetê de xebatê bike, û di hundirê berdewamiya guhertina sistêma heyî(hunera Irosî- hunera teoriyê- hunera siyasetê) de, çawan dikare bi hêztir bibe?
Li vir, hersê dijminên ku (li dijî Odîb) dixwaze li hemberî wan raweste, derdiçin.
Sê dijminên ku di hêzdariya xwe de ne wek hev in, di metirsiya xwe de ji hevûdû cihê ne, pirtûk jî bi alavine cihêreng þerê wan dike.
1- Sofiyên siyasî, þoreþgêrên bêzar, terorîstên teoriyê, û ew kesên ku dixwazin sistêma zelal a siyasetê û gotara siyasî biparêzin, û bîrokratiyên þoreþê û karmendên rastiyê.
2- Teknîkzanên arezûya belengaz- psîkoloj û sîmyotîkzan- ên ku dixwazin hemî rûdan û nîþnanan binivîsînin û dixwazin sistêma arezûyê ya piralî di qanûna strûktûrê de û di psporiya dualî de, kurt bikin.
3- Dawî jî dijminê stratejî ye. Dijminê herî mezin e, ango Faþîzim e. Ne hema tenê Faþîzima dîrokî ye: Faþîzima Hitler û Mosolînî ye- ya ku xweþik dizanîbû dê çawan arezûya xelk û cemawerên xwe qezenc bike- Lê belê Faþîzma ku di hundirê me de, ku di hundirê me tevan de bi cih bûye, û desthilatdariya xwe li ser aqil û dan û stendina me ya rojane dike. Faþîzma ku ji bo bi destxistina desthilatê, me sermest dike.
Pirtûka (Li dijî Odîb) pirtûka zanistiya exlaqî ye (bila herdû nivîskarên wê li min negirin,). Yekemîn pirtûk e ku li Fransayê di vî warî de hatiye nivîsandin û ji mêj ve me tiþtekî wilo nadîtiye.(renge ji bo vê yekê jî, serkeftina wê di nav xwendevanên taybetmend de, bi sînor nebû: Eger mirov li dijî Odîb be, tîpek ji tîpên jiyanê ye, tîpek ji tîpên têramandin û jiyanê ye).
çawan gerek em karbikin da ku em nebin faþî, hetanî wexta (bi taybetî hetanî wexta) ku em ji xwe bawer dikin ku, em xebatkarine þoreþgêr in? çawan em dikarin aqil û hiþê xwe, kirinên xwe, dilên xwe, û xweþiyên xwe ji Faþîzmê rizgar bikin?
Nivîskarên sincî(exlaqî) yên Fileh (moralistes) di nav qermîçekên giyan de li þopa laþ digeriyan. lê Doloz û Gotarî pirê caran kêmtirîn þopên Faþîzmê di laþ de destnîþan dikin.
Em dikarin bibêjin (piþtî ku em silavên xwe, silavên pîrozbahiyeke biçûk, pêþkêþî San Franswa Dosal bikin) ku pirtûka li dijî Odîb dergehê jiyaneke bê Faþîzm e.
Ev huner: Hunera jiyana berevajî hemî formên Faþîzmê, faþîzma bi cî bûyî û ya ku xwe amade dike da ku bi cî bibe, li gel çend prensîbên bingehîn ên ku ez dê li jêr wan eþkere bikim, vê pirtûka giranbuha û bê mînak dikin rêber û alava jiyana rojane:
_ Xebata siyasî ji hemî formên yekalî û piralî yên paranoyayê rizgar bikin.
_ Kirinê, ramanê, arezûyan bi, ji dayikbûyîn û bi linikhevdanîn û bi jihevjihêkirinê, bi hêztir bikin.
_ Ji têrmên kevnar ên dîlîtiyê, yên nêgetîv (qanûn, sînor, xesandin, psporî û valahî) yên ku her û her di ramana rojava de, wek formên desthilatê û wek þêweyên têgihiþtina realîtê bi pîrozmendî dihatin parastin, rizgar bibin. Pirhejmariyê û nakokiyê û pozîtîviyê biparêzin , li dijî wekhevî û yekfikirînê rawestin.
_ Bila tu carî neyê bîra we ku, mirov, tiþta ku ji bo wê þer dike çiqasî bêkêr û kirêt be jî, gerek bêzar be ta bibe þoreþgêr. Peywendiya arezûyê bi realîtê re bi xwe, xwedana hêzeke þoreþgêriyane ye (ne ku rev û bazdana ber bi wekhevbûyînê de).
_ Tu carî ramanê (Fikrê) nexebitînin da ku hûn nirxê rastiyê bidin xebat û karên xwe yên siyasî. Herwiha çalakiya siyasî bi kar neynin da ku hûn ramanekê ji ramanan qels û lawaz bikin mîna ku bazar be. Xebata siyasî ji bo çesipandin û rehdaçikandin û kûrkirina ramanê bi kar bînin.
_ Tu carî avakirina (mafê) takekesan (ferdan) wek ku felsefeyê destnîþankiriye ji siyasetê nexwazin. Takekes (ferd) berhemê desthilatdariyê ye. Pêdivî (wacib)jî (tunekirina forma takekesî ye). Gerek ne hema tenê komele peywendiya jîndar a yekbûna takekesan be, lê belê gerek bibe xebatkara herdemîn a tunekirina forma takekesî.
_ Bi evîna deshiladariyê sermest nebin.
Em dikarin ji wilo dûrtir herin û bibêjin ku Doloz û Gotarî pir kêm ji desthilatdariyê hez dikin, hewl dane ku kirinên desthilatdariyê yên ku bi gotara wan î taybetmend ve girêdayîye, bê alîgirî nîþan bidin. Piþt re rola lîsk û xapandinên berfireh ên ku di hemî rûpelên pirtûkê de bi cî bûne, têt. Lewra wergerandina pirtûkê ezmûneyeke (tecrûbeyeke) aloz e, pêdivîyî hêzdariyê ye. Lê pirs ne hema bi wan xefk û dafên vedayî ve girêdayîye: Xefkên rewanbêjiyê (belaxetê), û xapandinên ku cilê ji bin lingê xwendevanan dikiþîne da ku agahdarî lîskan nebin. Da ku di dawî de wan wek piþgirên doza dahêneran,qezenc bike:
Xapandinên Li dijî Odîb xapandinên tinaziyê ne: Bangên radestbûn û qewirandinê çiqasî pir in, bangên ji dest avêtina pirtûkê piþtî bi dû xwe de girtin û asêkirina derî çiqasî pir in, gelek caran pirtûk me dehf dide gumana ku tenê ji bo lîsk û pêkenînê ye, hetanî di wan mijarên bingehîn de jî wisa dixuye: wek , bi peyketin û qewirandina hemî formên Faþîzmê, formên hêzdar ên ku me dorpêç dikin û me dipelçiqînin hetanî formên bêkêr ên zordariya tal a jiyanên me yên rojane.

* Ev deq cara pêþîn di kovara (Gencîneyên wêjeyî) de, di hejmara pêncan a sala 1988an de, hetiye belavkirin.

Wergêr E. Huseynî
 

 

 

 

 

Tîrêja Kurdî

kurdi@tirej.net

 

 
 
 
 
 

 

tîrêja kurdî

 

kurdi@tirej.net
 

 

 

tirej@tirej.net 
جميع الحقوق محفوظة بـ تيريز. كوم 
©www.tirej.net.2006