| |

Hin sedemên nebûna nasnameya
kurdî li sûriyê
Mustefa Îsmaîl
Nasnameya her netewekê, çarçoveya parastin û mofirka
piştê ya ku, piştevaniyê ji hemû cure çalakî, û karên
rojane yên jiyana mirovên ewê netewe yê re dike ye.
Bê goman, nasnameya rewşenbîrî jî stûna bingehîn ya her
nasname yê ye. Ji ber ku çand, bi wate ya xwe ya îtno-
grafîk zemîneke berfirehe ku hemû şêweyên zanistê,
baweriyê, hunerê, sinc, yasa, wêje…. Hwd, berhembêz
dike.
Pirsgirêka nasnameyê ne tenê di van salên dawîn de, ji
aliyê kurdan tenê ve tê guftogokirin, û ketiye rojeva
wan. ew herweha ji aliyê piraniyek ji netewan ve tê behs
kirin, bi taybetî jî piştî derketina pirsa globalîzmê û
şêweyên wê. Wek mînak: beşek ji rewşenbîrên ereb
globalîzmê wek projeyekê bo ji holê rakirina
taybetmendiyên rewşenbîrî yên erebî ku nasnameya erebî
durf dikin bi nav dikin.
Gava ku em li rewşa xwe kurdan dinherin ji me re diyar
dibe ku, rewşa me bi awayekî ji awayan dişibe rewşa hin
firindeyan, berya ku zivistan bi cî bibe. Çu ku
dabeşkirina welatê kurdan di navbera dagirkeran de, û
hewkariya wan bona tunekirina kurdan û hebûna wan bi
şêweyên xwe yên cur be cur bû sedema bingehîn ku kurd di
hemû astan de bi şunde vekişînek seyr bijîn.
Li rojavayî kurdistanê, derfet tunebû ku nasnameyek
kurdî derkeve holê, û xwe ji netewên din re di hundir
sînorên sûriyê de pêşkêş bike. Bê goman sedemên vê yekê
jî hene. Sedema serekîn - bê goman - deshilatdariya
partiya basse, ya ku ji sala 1963 iktîdara sûriyê
wergirtiye û naxwaze ji ser kursiyê dakeve, ewê partiyê
bi xwe re rêze yasayine awarte jî anîn ku roja îroyîn
bûne kelem û kuspek li pêşiya demokratîzekirina sûriyê û
pêşdeçûna wê ye. Helbet ne tenê baas li sûriyê hilgirê
idyolojiya erebîzmê ye, derdora wî hin partiyên din jî
hene ku beşek zilamtiyê ji baas re dike, û hinên din yên
ku xwe şagirtên helwestên cemal abdulnasir dibînin. hin
ji evan partiyên idyolojîk di nava enya netewî de ne,
hin jî di nav refên opozisiyonê de ne. problema kurdan
jî bi herdu aliyan re ye. Bi destelatê re, û bi
opozisyonê re.
Baas ji bilî rêze kiryarên hovane, û dij mirovahî
nedikaribû hewayekî baş li sûriyê peyda bikira, sûriye
hêdî hêdî kir kampeke mezin ya artêşê, welat mişte
girtîgeh kir, mişte hêzên ewlekariyê yên hov kir, û di
makezagonê de ji bilî netewa ereb ti netew, an hindikahî
nasnekir, ev mejîyê fişar, û nijadperest hişt ku
demokrasî, azadî, û mafên mirovan bin pê bibin, û gelên
sûriyê wek keriyên dewêr ber bi serjêgeha îdyolojiya
erebîzmê ya efsanewî ve bêtin ajotin, û di encamê de ew
bê pêşeroj bimînin.
Ji hin siyasetên ku sûriyê dermafê kurdan de daye
meşandin:
Kembera erebî, avakirina gundan ji erebên xemir re, ji
kar derxistin û bi dûr xistina karmendên kurd, û
guhertina navên kurdî yên bajar û gundan. Jê wêdetir, Em
dikarin bibêjin ku kurd heta di dema berya serweriya
baas de dîsa jî, ji hemî mafên xwe bê par bûn.
Di van şert û mercan de bê goman kurdan nedikaribû serê
xwe hildana, û kurd ji hemû tiştên ku nasnameyekê durf
dikin dest vala bûn. Di serî de jî ziman ku nîşana
hebûna her netewekê ye. Çu ku weşanên hemî partiyên
kurdan li rojavayî kurdistanê tenê bi zimanê erebî bûn,
tevî ku ew di bernameyên xwe yên siyasî de behsa zimanê
kurdî û mafên kurdan yên rewşenbîrî dikin. Her weha
destelata sûriyê nedihişt ku ti komeleyên kurdî yên
rewşenbîrî bêtin damezrandin, ta nuha kêm caran pirtûkên
kurdî tên çapkirin, ji ber ku di heyeta çavdêriyê ya
wezareta ragehandinê ya sûrî de çavdêrekî kurdîzan tune
ye, lewma pirtûkên kurdî destûrê wernagirin, û di encamê
de jî nayên çapkirin. Mixabin partiyên kurdî jî derfet
tune ne ku piştgiriya rewşenbîran bikin, çi ji aliyê
rewşa wan ya aborê de, çi jî ji aliyê helwesta wan ji
rewşenbîran, nemaze yên serbixwe. Ji lewre piraniya
nûser û afirênerên kurd li rojavayî kurdistanê bi zimanê
erebî dinivîsin, û xwe di zimanê erebî de dibînin.
Jê wêdetir, partiyên kurdî ta nuha pirsgirêka kurdî ( bi
hemû aliyên wê ) bi awayekî zelal û diyar ji kurdan re
pêşkêş û rave nekirine. Û wan bi witebêja xwe ya siyasî,
mafnas, rewşenbîrî, û daxwazî bandoreke posîtîv û
objektîv li ser kolana kurdî nehiştine. Li rojavayî
kurdistanê pirî caran tê gotin ku gel pêşenga partiyane,
bê goman serhildana 2004 an jî di vî derbarî de
çaterêyek bû.
Di nerîna min de, divê partiyên kurdî bi awayekî cihêwaz
tevbigerin, pirên xwe yên berê hilweşînin, û asoyine dî
li pêşiya xwe vekin, divê ew bi awayekî balkêş nûnertiya
raweya kurdî li rojavayî kurdistanê bikin, divê ew
giraniyê bidin layê rewşenbîrî jî, siyaset tenê ne bese.
Da tu karibî gelekî ji nava xweliyê vejînî divê tu hemû
aliyên jiyana wî gelî biçalakînî. Di vê derbarê de
kampaniyên perwerdeya zimên tenê ne besin, zêdetir divê
ziman ku şanî hebûna gelan û netewan dike bête bikaranîn.
Bê goman ew erk û stûbariya kategoriya rewşenbîran e jî,
divê ew jî xwe orgenîze bikin û pîlanên xwe bafirînin.
Hevtewaw kirinek pêwîste. Bi dûrî pêwendiya serdar û
kole, an şêx û mirûd.
Divê em sûdan ji gelên cîhanê, nemaze yên di eynî rewşa
me de ne werbigrin. Li mexribê tevgera amazigî bi xebata
xwe ya bê hempa zimanê amazîgî xiste perwerdehiya
mexribê, tevî ku mexrib jî mîna sûriyê welatekî ne
demokrat, û xudan ramanek yekalî ye.
Tîrêja Kurdî
kurdi@tirej.net |
|