| |

Bidarvekirina pênc stêrik
Jan Dost
Şaşbûn, erê welle şaşbûn ku ew hovê ku navê wî Seddam bû
bi wî rengî bidarvekirin. Ma mirov( ne ker) çiqasî hov
be dijminê xwe naxe wî halî ha!! Well guenh bû, yêxtiyar
bû bavê çend zarokan bû( di nav de Rexed a ku ker bi ser
d edimrin). ma we riya wî nedît ji toza ardê êş spî tir
bûbû!!
Ez bûma, yanî ez şûna Miqteda bûma hûn dizanin minê ew
çawa bi dar ve bikira?? Hûn nizanin!! Ma hûnê ji ku
zanibin loooo! De guhdarî bikin bê ezê çawa Seddamê
keran idam bikim( nemînin ecêbmayî, di nav me keran de
jî Seddam hene)
1- ezê werîsê wî rûn bikim yan jî zeyt bikim, rûnê Evet
yan jî Vita kîjan buha be ez wî bi kar tînim!! Ji bo ku
bi nermî di ser qirika wî ya mubarek re biherike.
2- Dirêjîya werîs ewqasî çi lazime! Ezê bi qasî mitr û
nîvek werîsê naylonî bînim.
3- Bila rengê werîs pembehî be!! Çima pembehî? Ji ber ku
ew rengekî romantîk û divê idam jî idameke romantîk be.
4- Li şûna dijûn û sixêfên ku ji wî re bibêjin, ezê
grûpa mûzîkê bînim, bila simfonîya pêncan ya Bîthoven,
yan jî strana hey berde berde berde jê re deynin.
5- Ji bo hinek kurdên diltenik negirîn, û dilê wan bi
seddam neşewite, ezê rûyê wî dernexim, wî tûrê reş ku
nexwest bide serê xwe, bi zorê li serê wî bigerînim.
6- Ji bo gotina wî ya dawî ne tenê la ilahe illel lah
be, ezê çend pirsên weke: ma ku dera te diêşe, ma werîs
xweşik e, ma bîna zeytê te acoiz dike, ma dilê te dibije
sêniyek savar!! Jê bikim.
7- Kerên telefon pê re bin ezê telefonan ji wan bistînim
û şanî wî bikim û bipirsim: ka kîjan marke dikeve serê
wî! Û yekê têxim berîka wî ji bo wêneyên qesrê xwe yên
li cennetê pê bikişîne.
Kuro xwelî li serê wan be, ku ew lehengê wan e , û ji bo
du deqe îşkence( qaşo işkence û henekpêkirin) xwe li
erdê didin, ji bo çil sal zul û zor û zordarî jî rêxê
dixin devê xwe, bila kes nema nbibêje ez lehengim. Tew
hin kerên me jî bûbû kûrkûra wan û girîyabûn lo!! Çi dil
pîvaz in! Hemî dibêjin idameke hovane bû! ma qey idamên
romantîk û pencstêrik li ku hene ji bo xwedê teala!!!
Tîrêja Kurdî
kurdi@tirej.net |
|