|
|
Jan
Dost
|
Rexne(
peyv û têgeh)
Rexneyek
biçûk li nivîskar Heyder Omer
Di
malpera Tîrêj de nivîseke bi sernavê (Hunera helbestê)
ya nivîskar Heyder
Omer berî demekê hate weşandin. Min jî ew bi
baleke fireh û mejîyekî vekirî xwend
û dît ku
berê nivîskar li mijareke gelekî girîng e di wêje
û çanda kurdî ya hemdem de. Nivîskar
gava ku behsa lawazîya rexneyê weke têgeheke ku nivîskar dibêje( stuyê
wê di guftugoyan de tê badan) rê li ber
mejî vedike
ku ew ji hêla me hemûyan de were xebitandin.
Ez
di vir de bi her deh tilîyan
mor dikim û dengê xwe tev li dengê nivîskarê
me yê rêzdar Omer dikim
û dibêjim ku ne tenê me rexne nas nekiriye, lê
rexne bi xwe jî
hîn nehatiye serdana mejiyê kurdan û civaka
kurdan û
cihekî wê yê taybet
li ba me nîne.
Tiştê
ku bêtir bala min kişand ew bû
şirovekirina
birêz Omer ji peyva rexneyê re. Wî xwestiye
bi çi awayî be
wê peyvê vegerîne têgeheke ku têkilîya wê
bi pere û pûl û nirx û qîmetê re hebe.
Ev yek di
lêkolînan de tiştekî
neserkeftîye û
encamin çewt bi xwe re tîne holê, ango
di serê lêkolînerekî
de armancek heye, ew
biryar dide di rêya lêkolînekê re xwe bigihîne
wê armanca xwe. Yanî bi gotineke din
ne lêkolîn wî digihîne encamê, lê encama
hazirkirî dihêle
ew lêkolîna xwe bike. Lêkolîn diber encama biryareke
hazirkirî di mejîyê lêkolîner de.
Di
vê mînaka me de nivîskarê me
birêz Omer
xwestiye bi çi awayî be bide xuyakirin ku
wateya peyva
rexne di
kurdî de eynî
wateya peyva rexne( el Neqd النقد ) ya erebî ye.
Nivîskar
dibêje:
Lê mebest û wateya
peyva rexne, bi wateya ku ew li ba hemî miletan tê
xebitandin, ji wateya peyva criticism( kirîtîsîzm
), a zimanên ewrupî, ku ji lêkera krinein (
kirîneyn ) a Girîkan hatiye wergirtin. (Wek nimûne,
bi zimanê îngilîzî (critic – kirîkîk), bi yê
elmanî (kritik), bi yê firansizî (critique - kirîtîk)
û bi yê rûsî
( krîtîka ). Ev
lêker di bingeha xwe de wateya biryar ( hukum ) an jî
pûnijî dide, pêre jî, gava di meydana wêje de tê
xebitandin, dikare bihayê (nerx) berhemeke wêjeyî
diyar bike. Rexnevanên
Eُreban,
li gor wateya lêkera Girîkan, peyva Enneqd (
El-neqd ) bi kar tînin. Ev peyva eُrebî,
di zimanê wan de, wek ku di zimanê me de jî, wateya
dirav ( pere ) dide. Lê çima rexnevanên eُreb wê bi wateya lêkera Girîkan
dixebitînin?.
Ez
bi xwe nizanim bê çawa
nivîskar hema zû bi zû xwe gihande vê encamê
û biryara xwe da,
ku ev peyv di zimanê wan( Ereban) de, weke ku di
zimanê me de jî, wateya dirav(pere) dide.??!
Bi
rastî nivîskar
hîç li vir serê xwe naêşîne
û ji me re nabêje
ka çawa
û çima rexne
wateya pere û dirav dide.
Di kîjan ferhengên kurdî de
ev yek dîtiye
û çima wan beyan nake.
Bi kêmanî
eger nivîskarek çêrî têgehên peyvekê
di zimanekî de dibe, xwe diahvêje( bextê)
ferhengan û ji wir
lêkolîna xwe dest pê dike.
Lê nivîskarê me behsa tu ferhengan nekiriye lê bi vî awayî
nerîna xwe
ya ne di cih de şirove dike:
Dêmek
gava em peyva rexne di meydana wêje de, bi
wateya lêkera Girîkan, dixebitînin,hîngê mebesta me
biryardan e, nerxandin e.Vê lomê em weha diçin, ku
peyva kurdî ( nerx )an jî ( nirx ) dê
di vê pergalê de ji peyva ( rexn ) rastir be,
çimkê, ji hêlekê de, wek diyar e, peyva (nerx
) dikare wateya lêkera Girîkan û ya peyva zimanên
ewrupî ( criticism ) di xwe de bicivîne, û ji hêla
din de, peyva ( rexn ) a kurdî, eger (e) bi paş
wê nekeve, bilêvkirina her du tîpên (x, n) li pey
hevdu gelekî giran dibe, û eger tîpa (n) bête avêtin,
(rex) dimîne, û wateya
( kêlek – kenar ) dide, pêre jî ji wateya lêkera
Girîkan ve bi dûr dikeve.Bi baweriya me, tîpên evê
peyvê bi pêş û paş hevdu ketine, pê re jî
nerx bûye rexn.
Ev
şiroveyeke pir
seyr û bêmentiqe ji hêla nivîskarê me yê rêzdar
de, ku wî xwe bi xwe kiriye
jêdera vê
şiroveyê, ango bê belge û bingeheke zanistî
nerx( ku rastîya wê Nirx e) diguherîne
Rexn( ku tu peyvên wisa
nînin di kurdî de, lê Rexne heye) . guhertina
tîpan bi xwe di kurdî de heye lê ew bi sîstem
e ne ku hema
çawa be tîp
têne guherandin. Weke mînak
hin tîpa
L bi R re
werdigerînin û li dewsa wergerandin dibêjin
welgerandin. Û hin jî tîpa M bi Z re diguherin û li
şûna nizim dibêjin nimiz. Û weha bi hin tîpên
din re jî. Lê di mînaka nivîskarê me yê rêzdar de
ne tenê tîp hatine guherandin, lê gotin tev hev
li gora xwesteka wî
serobinî bûye. De ka em binêrin çi bi serê
peyva Nirx hatiye
heta ku
bûye Rexne.
Tîpa
N ji serê
peyvê çûye dawîyê.
Tîpa I bûye
E û di cihê xwe de maye. R weke tîpa sêyem hatiye û
bûye tîpa yekem û serkêşîya peyvê dike. X ku tîpa çarem û dawî bû hatiye bûye ya sêyem.
Li dawî jî
tîpeke E zêde
bûye. Îcar
kanî çawa
û kengî ev yek qewimîye!!
Ne di ferhenag de tiştekî
wisa behs dibe ne
jî di nîvîsên kevin de
û ne jî ev
guhertina sosret xwe disipêre
tu bingehî.
Di
erebî bi xwe de koka gotina el Neqd
ne pereye, lê jihevderxistina
pak û pîs e
di her tiştî de, pişt re
bûye jihevderxistina
pereyên qelp û yên sax û rast,
û dawî nav li pereyan bi xwe kirine
Elneqd. Û ji wir
têgeha gotina Elneqd fireh bûye û
wateyên xwe yên ku em
niha dizanin peyda kirine.
Malikeke
erebî heye dibêje:
الموت
نقاد على
كفه
جواهر
يختار
منها
الجياد
Ango
mirin Neqqadeke( kesê ku tiştên pak û pîs ji
hev cuda dike) di kefa destê wî de gewher hene, ew jî
yên giranbuha hildibijêre!!
Her weha ji
wateyên gotina Elneqd
ya erebî, eybdîtin û kêmanîdîtina li tiştekî
yan kesekî ye.
Îcar
ku em vegerin ferhengên kurdî yên ku birêz Omer
di xwe re nedîtibû li wan vegere yan ew peyda
nekiribûn em rastî çi tên!!
Di serî de emê li ferhenga
Elhediyye elhemîdiyye vegerin û li peyva Rexne
binêrin. Di rûpela 93 an de stûna çepê de
peyva Rexne bi wateya
sistbûn û jiberhevçûn tê, danerê ferhengê
weha dibêje:
رخنه:
الرخاوة
و التخلل
Ango:
Rexne sistî
û jiberhevçûn e. di gel ku daner nabêje me ka
sistîya çi û jiberhevçûna çi
lê em
tê digihin ku ew çê li pere û nirx nake!!
Di
ferhenga Henbane borînê ya rehmetîyê
Hejarê Mukriyanî de jî
ev wateyên peyva Rexne ne: tanedan û lomekirin.
Eyb û kêmanîdîtina li tiştekî(an kesekî).
Sistî. Qelş û derz.
Tiştê
balkêş ewe ku di ferhengên zimanê farisî de jî
wateya Rexne nêzîka wateya rexne ya di kurdî de ye.
Di ferhenaga ( المعجم
الذهبي) ya Dr. Mihemmed eltûncî wateyên Rexne evin: qelş û derza di dîwarekî
yan sûrekî de. Qulik. Jiberhevçûna erdê. Eyb û kêmanî.
Ji
van zanyarîyên borî em tê digihin ku têgeha Rexne
di herdu ziamnên Hindoîranî de (Kurdî û Farisî)
yeke û
di serî de kêmanîdîtin e. îcar dema em
rexneyê li deqekê yan kesekî dikin, em kêmanî
û qusûrên wî kesî/wê deqê didin berçavan
û tucarî nayê wateya
ku em wî
kesî/ wê deqê dinirxînin û buhayê wê dibêjin.
Ez dibînim ku civaka me
ji rexneyê hez nake
û napejirîne ji ber ku têgeha
vê peyvê têgeheke neyênî ye. Loma jî ez
weke pêşniyar dibêjim ku divê em yan fêmkirina
xwe ji vê peyvê re biguherin yan jî em wê peyvê bi
xwe nema bikar bînin û li şûna wê peyveke din bibînin. Peyva ku ez wê bêtir seza û minasibê
têgeha (Kiritik)
dibînim peyva Hêjandin yan Hêjan e, ew jî peyveke
kurdî ya resen e û di ferhenga
Elhediyye el hemîdiyye de
wateya wê ev e: naskirina buha û hêjabûna tiştekî
ye, mirov dikare bibêje: filankes
berhema min dihêje, ango dinirxîne û
giranîya wê
dide xuyakirin.
Ev
nivîsa min jî li gora daxwaza nivîskarê rêzdar Heyder Omer hatiye, çiko
wî di nivîsa xwe de gotiye: Lê
tevî vê baweriya me, em dê di vê xebata xwe de peyva
( rexn ) bi kar bînin, û vê boçûna xwe ya
jorîn ji danustandin û gengeşeyên wêjeyî re
bihêlin.û bidine pêş zimanzanên me, da her du
peyvan vekolin, belkî karibin vêkra bigihînin boçûneke
yekta.
Hêvîya
min ew e ku sînga
nivîskar ji van têbînîyên min re fireh û
vekirî be û wan mîna
nêzîkbûneke birayane û dostanîye bihejmêre
Tîrêja Kurdî
kurdi@tirej.net |