| |
Heyder Omer
Hunera
helbestê
2 / 7
Alavên derbirin û
avakirina helbestê
1. Ziman
Zimanê helbestê ji zû de bala Erîstotalîs kişandibû,
lewre jî ew li ba şêweyê derbirinê rawestiya, û berî
pêşî, li gor felsefeya xwe weha çû; tevî ku şêwe ji
rastiyê û mecazê peyda dibe, lê bawerkirin delameta wî
ye (1). Evê yekê ew ber bi nîşankirina rûdawên şêwe de
kişand.
Başbûna şêwe, bi baweriya wî, yekemîna wan rûdawa ye, ku
divê peyvên, ku têne xebitandin, yek alî bin, ango
wateyeke numa hilgirin, û şûnên xwe yên rast di hevokê
de bistînin, da bikaribin wateyên, ku helbestvan dixwaze
bigihîne xwêneran, diyar bikin, ji ber ku hevok tenê
hîngê sûdar in.
Eger mirov vê hevoka Cegerxwîn, wek nimûne, bide ber
boçûna Erîstatolîs, dê bighîne wê baweriyê, ku nerastiya
xebitandina peyvan bûye sedema nesayîbûna wateya wê,
Cegerxwîn dibêje:
Pir şêrînê, nazenînê
Kuştime wê ez bi dînê
Dêm ji şana hingivînê
Dil ji min bir ahî dil (2).
Peyva ( şêrîn) di bingeha xwe de rengdêr e ( sîfe), lê
hin caran wek navê mirov jî bi kar tê, û keçek pê tête
navandin. Peyva (pir) ew li vî cihî di bingeha wê de
hêştiye; ango Cegerxwîn ew wek rengdêrekê xebitandiye.
Ev yeka hebûna (ê)yê li dawiya peyva (şêrîn) rast nabîne,
ji ber ku ev (ê)ya tenê li du cihan bi paş vê peyvê
dikeve; carekê dema ku wek navê mirov bi kar tê, û cara
din, dema ew wek rengdêra, ku şûna nêv distîne, û mirov
bangê lê dike, bi kar tê. Eger Cegerxwîn bangê li wê
dike, divyabû di xêza duwem de ( te ) li şûna ( wê ) bi
kar baniya. Hîngê mirov dişê bêje ( Şêrînê !), lê li ba
Cegerxwîn, di vê nimûyê jorîn de, divê ev (ê) jê bête
avêtin, û (e)ya, ku lêkera bûyînê ye, şûna wê bistîne, û
bête gotin ( Pir şêrîn e, nazenîn e).
Dîsan ewî, di vî nimûneyê jêrîn de, ji bo xatirê
rêzbendê, qirika peyvê badayî, û li şûna ( hatî) gotiye
( hatê ):
Kaniya ava heyatê
Şeker qend û nebatê
Wey li ser çavê me hatê
Dil ji min bir ahî dil. (3)
Her weha Cegerxwîn di vê helbesta xwe de, pirê caran ji
bo xatirê kêşê û rêzbendê peyvên şûn-negirtî bi kar tîne,
pêre jî hem şêweyê derbirinê qels û jar dibe, û hem jî
ciwaniya wêneyê helbestî birîndar bibe, wek çawa peyva (
das) di vî nimûneyê jêrîn de gunehkariyê li ciwaniya
keçikê dike, û wêneyê helbestî diçelmisîne, û peyva (
taqsê ) jî bê delamet, di hevokê de, şûnê distîne, ji
ber ku xweristiya ( şerbetê ) wateya ( tasê an berdaxê )
bi xwe re tîne:
Ebriwên wek heyv û dasê
Bejn û bala serw û asê
Da me şerbet wê bi tasê
Dil ji min bir ahî dil.(4)
Dêmek, li gor boçûnên kilasîkan, divê haya helbestvan ji
rûdaw û sînorên peyvan hebe, da her yekê di şûna rast de
bixebitîne, da wateya wan zelal be, û bikaribe wekheviya
hevok û wateyan biparêze.
Rexneya kilasîk, ku felsefa Erîstotalîs bingeha wê ye,
wekheviya hevok û wateyan zor biha dinerxîne. Evê yêkê
li ba rewanbêjiyên Eُreb deng zor bilind veda, û ewana
weha çûn,ku divê axiftin li gor pergala, ku tê de tê
gotin be;( Mutabeqetul kelam lî muqteda elhal ), ji ber
ku eger şêwe ne rava be, nikare evê delametê bi cih bîne,
lewre jî Erîstotalîs ravabûna şêwe wek berztirîn mercên
serkeftina wî dinerxîne; ango divê wateyên peyvan ji
hişan ve zêzîk bin, xwêner bi hêsanî di wan wateyan
bigihîne, bê ku her car ji neçare vegere ferhengan,
wateyên peyvan bipelîne. Lê Erîstotalîs di meydana
helbestê de xebitandina mecazê jî bi ser wan merc û
rûdawên şêwe de zêde dike.
Kilasîkan jî di dû wî re ev rûdawên şêwe teqez kirine, û
durvê helbestê li gor wan pîvanan sînor kirine.
Dêmek pîvanên kilasîkan ne tenê kêş e, belê bi ser de jî
ziman, peyvên bijarte û hêzdar, ravabûna ( eşkere )
hevokan, wekheviya hevok û wateyan, û serdestiya hiş in,
ku hemî vêkra ji bo avakirina durvê helbestê têne
xebitandin; evî durvê, ku bala hemî rêbazên rexnê
kişandiye, ta ku birnasiyê, û sîmbolîzmê durvê helbestî
wek yekemîn jêdera bihayê helbestê dane nasîn.
Her weha tê xuyakirin, tevî ku rexneya îro hinek ji wan
pîvanên kilasîkan dane paş xwe, û lê neguhdar e, lê bi
rastî hinek ji wan pîvanan, hîna jî, lê bi awayine din,
û li gor têgihîstina çerxên curbecur,li ba rexnevanan
balkêş in, nemaze jî ziman, awaz û pêjna peyvan.
Hest û ageh meydana helbestê ne; ango helbestvan hestên
xwe di riya helbestê re dike der, û digihîne xwêneran,
ev yeka ne bê mebest e, eger mebestek nebê, û helbestvan
ber bi derkirina wan hestan de nekşîne, ku wan bigihîne
xwêneran, da hestên mîna yên xwe li ba xwêneran jî
bilivîne, helbestvan hîngê nabe hewcedarê nivisandina
helbestê . Lê eger mebesta wî ew be, ku hestên xwe
bigihîne xwêneran, û hestên wan jî bilivîne,û wan
bikşîne hundir heyama derûnî, ku li ser afirandina
helbesta wî destlatdar bû, divê ew alavên hunerî
bipelîne, û derbirina xwe li wan alavan siwar bike, ji
ber ku tenê ew alavan dikarin, bi hevpişkiya awazê,
hestên xwêneran bilivînin, û wan jî bixin hundirê heyama
derûnî, ku helbesvan pê hestedar e.
Lewre jî zimanê helbestê her tim bala rexnevanan
kişandiye.Tevî ku her çerxeke wêjeyî nerînek cuda di vê
penavê de heye, lê em bawer in, ku hemî vêkra weha diçin,
ku zimanê helbestê zimanê hestan e, û yê pexşanê zimanê
hiş e. Mebesta pexşanê ew e, ku ramanên nivîsevan, bi
awayê numa, bigihîne xwendevanan, lewre hevokên wê sayî
û yekser in, xwendevan bê cefayê giran di wateyên wan
digihîne. Lê helbestvan xwe bi ser hestên xwe de pal
dide, çawan bi xwe û bi derdora xwe diheste, çawan bi
wan hestan re dide û distîne, û çawan dixwaze wan hestan,
bi awayê hunerî, û bi zimanê, ku tevde wêneyên hunerî ne,
bi derxîne.
Peyv û hevok, di helbestê de, bi mebesta afirandina
wêneyên pêjindar têne bi kar anîn. Da em cudahiya, ku di
navbera zimanê helbestê û yê pexşanê de heye, binasin,
ka em li meşê û semayê binerin; gava mirov dimeşe, ew
ber bi armancekê de diçe; ango mebesta wî ew e, ku
bigihîne cihekî. Ev armanc li ser ritma (إيـقـاع )gavên
wî destlatdar e, ku awayê gavên wî organîze dike ta ew
digihîne wê armanca xwe, lê di semayê de, tevî ku
gewdeyê xwe, tev hemî wan beşên gewde, ku di meşê de
xebitandine, dixebitîne, lê rista tevgeran armanca wî
ye, da bikaribe ciwaniya wan tevgeran diyar bike.
Dêmek, tevî ku ziman, ji bo pexşanê û helbestê, alava
bingehîn e, mirov dikare weha biçe, ku mebesta zimên li
ba her yekê ji wan, cuda ye, lewre rexnevanên nû weha
diçin,ku divê zimanê helbestê guvaştî (مكثـَّف ) be,
pêjindar ( إيحائي ) be.
Zimanê guvaştî çi wate heye?. Mebesta rexnevanan ji vê
têrmê ew e, ku divê helbestvan, heya jê tê, xwe ji
peyvên bê sûd bi dûr de bixe, ew peyvan durv û gewedeyê
helbestê, bê sûd, dirêj dikin, û pirê caran aferînê qels
dikin. Eger em li vî nimûneyê jêrîn binerin, dê mebesta
me zor numa bête xuyakirin. M. Hemo di helbesteke xwe de
dibêje:
Zîndanek çendî reş be
ji qesrk kole geştir e!.
Zîndanek çendî teng be
ji komarek bindest ferehtir e!. (5)
Zîndan, di bîriya mirovaniyê de, her reş û teng e. ango,
gava mirov vê peyvê dibihîse, tarî û tengahî yekser li
pêş çavan diyar dibin, û bêhna wî ditengije, lewre jî
pêwîstî bi xebitandina rengdêrên "reş û teng" li kêlek
peyva "zîndan" nîne. Bikaranîna wan rengdêran giyanê
wêneyê helbestî çelmisandiye, û rê nedaye dijberan (
zîndan – qesr ). ( teng – fereh ) ku bikaribin hêmanê
havîbûn (الغرابة), matmayînê ( الدهـشة ) û nişkaviyê (
الفجائية ) di wî de bicivînin. Her weha her du rengdêrên
( bilind û fere ) li kêlek ( zozan û deşt ) ne tenê bê
sûde ne, lê ziyan jî gihandine ziman û avakirina wêneyê
helbestî, ku peyva (dil) gelekî berxwe dide, da wê
ziyanê kêmtir bike:
Zozanên dil blind in
deşt fere ne. (6)
Her weha ev rexnevan têrma şimitandina peyvan (انزياح,
înziyah) dixebitînin, ango zimanê helbestê bi wateyên
ferhengî nayête sînorkirin, belê ev cure-ziman asoyên
peyvan fireh dike, çimkê peyv û gotin bi mebesta
afirandina wêneyên pêjindar di helbestê de têne bi kar
anîn, ji ber ku helbestvan hewldide da bi zimanê
wênekêşiyê baxife, û peyv û hevokên xwe bi wê armancê
bixebitîne.Ev cureyê derbirinê giyanê helbestê ye.
Eger careke din em vegerin ba revnevanên pêşî, dîsan em
dê bibînin, ku ewana jî tiliya xwe dabûne ser xaleke
giring. Tevî ku helbest û pexşan li ba wan bi hebûn û
nebûna kêşê û rêzbendê ji hevdu cuda dibûn, belê ewana
helbesta hînkarî, ku xwedî kêş û rêzbend e jî, bi carekê
wek helbest nepejirandin. Elfiya ( hezarmalikiya ) Ibin
malik, di wêjeya erebî de, nimûneyekî navdar e; evê
berhema, ku hezar malikên wê hene, hemî rêbazên rêzimana
erebî di xwe de civandine, û bi awayê helbestî, ango bi
kêş û rêzbend hatiye ristin, lê rojekê ji rojan şûna xwe
di qada helbesta eُrebî nedîtiye, ji ber ku zimanê wê ji
yê helbestê cuda ye,peyvên û hevokên wê
naşimitin,nikarin wêneyên hunerî ava bikin, lewre zimanê
wê nikare hestan bilivîne, pêre jî ji giyanê helbestî bi
dûr de dimînin.
Bi ser de jî hinek rexnevanên din, di penava zimanê
helbestî de, têrma bêdengiya zimanewanî bi kar tînin, û
du cureyên wê ( zimanê vekirî, û yê sînorkirî ), ku di
sê astayan re diyar dibin, nîşan dikin:
a. Xalên, ku li dawiya xêza helbestî, têne rêzkirin:
Ziman di vî astayî de, vekirî ye, ku keys li pêş xwêner
peyda dibe, da texmîn bike, ka çi li şûna wan xalan
heye.Hêmen Kurdaxî dibêje:
Em rengan bi darve dikin.
Em perwanan dişewitînin.
Em gulan diquriçînin.
Em helbestan diçirînin.
Em zarokan diçerpînin.
Em….
….
….
Em welatan ava dikin.(7)
Weha diyar e, ku H. Kurdaxî di vî perçê helbestê de
civaka xwe zor giran rexne dike, gelek rûdawên kar û
xebata wê, yên ku nikarin bibine riya bidestxistina hêvî
û armanca, ku pê dirame, tîne pêş çavan, lê gava ziman
li ba wî ji hêz dikeve, ew bê deng dimîne, pêre jî keys
li pêş xwêner vedibe, da ew wê valahiyê dagre.
b. Xêzeke kurt li pêşiya xêza helbestî tê danîn: Ziman
di vî astayî de, bi peyvekê, sînorkirî ye, wateya wê ew
e, ku hevpeyvîner hatiye guhertin. Ehmed Huseynî dibêje:
- Kê av çêkiriye?
Xalê te cewdikê avê ji newqa xwe vedike
û li te dizêvire:
- Ji hêrsên me kurê min, ji hêrsên me!.(8)
c. Li pêşî an dawiya xêza helbestî bihnokek tê danîn, û
nivîsîna wê xêzê bi dawî dibe: Eger pêşiya xêza helbestî
vala be, ziman hîngê bi hevokekê sînorkirî ye, ango tenê
hevokek li wê şûna vala heye, lê eger dawiya xêzê vala
be, ziman hîngê vekirî ye. Hêmen Kurdaxî dibêje:
Her ku dixwaze
lêvan biramûsim,
dibêje:
"De ka helbestekê
Ji min re
Bixwîne".(9)
Bihnoka, ku li dawiya xêza duwem hatiye danîn, ne ji xwe
berê ye, belê wateya xwe heye, lê fersendê ji xwêner
dihêle, da ew texmîn bike, û bibe hevpişkê ristina
helbestê.
Ev valahî li ba wan rexnevanan, rûdaweke helbesta hemdem
e, bêdengiya, ku di hundir gewdeyê helbestê de heye,
werdigerîne, û dide xuyakirin, ku ziman hîngê ji hêz
ketiye, bê kar mayî, nikar bikeve hundirê taqetê (tecrûbê),
ew hundirê ku li dervayê karînên zimên di bin destalta
bêdengiyê de dimîne.
Ew rexnevanan weha diçin, ku helbestvan, bi vî awayî,
xwênerê xwe jî bi xwe re hem dike hevpişkê aferînê, û
hem jî yê diyarkirina wateyên deqê helbestê û armancên
wê, ku ew valahî zîmbola wan e.
Ji vê bi şûnda, ziman di helbestê de, wek ku helbestvanê
Eُreb, yê navdar, Edonîs dibêje, derbas pergaleke dîtir
dibe, ji ber ku hîngê ew dibe gotin.
Gotin û ziman ji hevdu cudan e, heyîna zimên li pêş ya
helbestvan e, ango helbestvan zimanê, ku beriya wî
hebûye dikxbitîne, ew zimên venabjêre, tenê radihêje
tiştekî, ku beriya wî hebûye, tiştê heye bi kar tîne. Lê
helbestvan ji berî helbestê heye, lewre jî ew gotinên
helbestê vedibjêre, ango awayên nivîsînê vedibjêre, û
gotinê bi kar tîne. Her kesek zimên dizane, û dinase, ji
ber ku ew tiştekî, ku li ber destên hemî kesan e, lê
gotin û awayê avakirina hevokan tiştekî din e,
afirandina hevok û şêweyekî nû ye, ku li ba kesên din ne
nas e, lê li gel kesayetiya aferîner bestandî ye, lewre
jî tê gotin ku şêweyê derbirinê neynika kesayetiya
xwediyê xwe ye. Edonîs,bi vê boçûnê, xwe dide kêlek
nerîna Bodlêr, û helbesvan li ba wî jî wek destlatdarê
helbestê tê xuyakirin.
Jêder û çavkanî:
(1) Dr. M. X. Hilal: Rexneya
wêjeyî ye nû, rû 114.
(2,3) Cegerxwîn: Kîme ez.Çapa sêyem,weşanên Avesta 151,
Istanbul 2003, rû 230.
(4) Cegerxwîn: Jêdera berê, rû 232.
(5) H. Hemo: Di kûraniya vê riyê de. Helbest. Çapa yekem,
Silêmanî, Başûrê Kurdistanê 2004, rû 45.
(6) Jêdera berê, rû 77.
(7) Hêmen Kurdaxî: Çêroka neynûkên şikestî. Helbest.
Çapa yekem, çapxana Babol Druck , Köln, Elmanya, rû 49.
(8) E. Huseynî: Bazbend, Kewname. Helbest. Çapa yekem,
weşanên Apecê, Stockholm 1999, rû 76.
(9) Hêmen Kurdaxî: Jêdera berê, rû 45.
Tîrêja Kurdî
kurdi@tirej.net |
|