|
|

Selwa Gulî
|
Ji
ferhenga pêxembera derkefe
Nebeje
min
min
tu divey.
Bi
zimanê xwe ye sutiy.
dê
xuda haş te hebe.
Di şevek sor da nama xwe
li ser girafîka bejna min bixwene.
Guneha bînahîya helawystî,
Hedî hedî jinav bagera daweşîne.
Da tu wê trîfa di derazinka,
Bejna teda hilingiftî,
Bikê tesbî u bi dava jî ê xwe
helҫinê.
Ew çend gavêt ji verêja rojêt
vemay
Zikrê xodaiy bike.
Li şîn şopa
gelawêjê,
Pênc pêngavêt nepenî,
ji asoyet bîrhatina min li hebona
salan
himbêz bikê.
jî sinorêt pexembera derkefe..!
Li ser deste min firşik bi be
.
Gezeba
te ya bi dave ristêve petromebî.
Werîsê
wê ji navê min birese.
Ne dibizdit u ne li ber tîreşka,
Piyvet heram dihelit..
Colanka
hzrêt xwe
ji kirasê min ye bokaniy e nîgar
bike.
Ne dihejit u ne rengê xwe li ber
bejna kesê
Di tewiynê.
Bibe spîndarek beramberî min
raweste
Ew henasa li nav keziyêt min da
may.!!
bike zîn û zînet
Li ser pişta hespê şahsiwara
cil bikie.
Ji bu roja şerînî ê li ser
Gora şehmizara
Xêr bikie.
Min gote te ji ferhenga pêxembera
derkeve.
Bes e.
bes e darhejînoka rojên xwe li
nav kerbara qaçada
bisûje.
jîna min mezarê
bikincire,
fere li ser te Pirtek ji sebrê
Eiyub,
li ber qentera bacêrkê babê min
bҫîne.
Helbestekê bike giufîett kesrawe.
Bi poşîa dile xwe ji mehra
minra vehîne,
li
beramberî,
Bacêrkê min,
We hozane ji bu uldara bi
Dengê bilnd bixwîne.
2005-10
Swed
Tîrêja Kurdî
kurdi@tirej.net |