TÊKILÎ

 

HELBESTA NÛJEN

 

HELBESTA KLASÎK

 

ÇÎROK

 

REXNE

 

HUNER

 

PEXŞAN

 

PIRTÛK

 

NÛÇEYÊN ÇANDÎ

 

WERGER

 

ROMAN

 

HEVPEYIVÎN

 

SÎNEME

 

BEŞÊ EREBÎ

 

 
 

 

 

 

 

 

 

 
 

 

 
     
   



Helbest: Selîm Berekat



Mehabad ber bi Olimpiyada xwedê de

 

Wergerandin ji erebî: Jan Dost

Axaftina min zirz e, ez vê dizanim

Bilêvkirinên min ên bichûk zirzin, ez vê jî dizanim

Gavên min zirzin

Çiku min ew ji cirîdê re amade kirine

Û ez zirzim

Lewra hûn tê digihîjin, di wateyê de,

di mijûlîya li ser bawerîyeke şikandî, di neynikekke şikandî de

ku yên li şûnmayî lê dinêrin

û xak jî zirz e

ev şivên dirêj ji bo hilbezînê

û çakûçên di avêtina xwe de dikin nalîn

û ranên bi lez hatine xwendin-

dema maûlkeyên wan dinalin, bi bijandina di wan de bal bi

ziyaneke ku nayê hijmartin-

tevde zirzin

çiku ew mezintirîn giranîya mirinê

bi dengekî aram qise dike:

( ey mirin!!

Ey potikên li ser du milên xurt

Ey renikek lerzan û yaqûteke sist

Di gustîlekê de

Ey yê ku xwe di nav leqeban de belav dike

Weke ku tajîyek te bi helkehelk bikişkişîne

Û tu dibêjî qey hişê te xuya dike

Mîna pisîkên ji balkonan avêtî

Ey mirin

Ey xeniqîyekî ku dest hemî dirêjî wî dibin

Hinekî pirsên xwe kêm bike).

***

Ev beşek ji helbesta Selîm Berekat ya di dîwana wî Bazyar de hate weşandin.  Sala 1996 an  li Istanbul weke pirtûkekê ji hêla weşanxaneya avesta yê ve  derket.



 

Tîrêja Kurdî

kurdi@tirej.net

 

 
 
 
 
 




tîrêja kurdî




kurdi@tirej.net
 

 

 

tirej@tirej.net 
جميع الحقوق محفوظة بـ تيريز. كوم 
©www.tirej.net.2006