| |
|

Nîşan Bamernî
|
Filmê şewatê
Ji
bo bîranîna zarokên sînema Amûdê:
Payîz …
di serê Qasyoyî de pîr dibe
pirçeka gijavij …
sîmayê wê
ji kerb û kînê reş dike,
dibe …
pîrhevîyeka cadûker û
dikeve kolanên …
bajarekê bê nasname û
li wî zarokê bênav digere,
ew zarokê
xatir …
ji dayika xwe nexwastî û
diçe …
dibistana xwe ya yekê û
jê re dibe ya dawîyê.
Aha …
dawîya wê payîzê
per ji pirtûkan werîyan,
pênûs …
hêşta di sava
di nav tilîyên nazik de xelîyan,
çîrokên …
hevalînîya xewnan kirî û
bîranînên …
dergehên polan vekirîn …
di gorrên bêgunehan de
veşartin û
dîrok …
di nav çavên bê heya de
dimeşîya.
Hêşta …
ew
payîz e û
dawîyeka
bêdawî ye,
hêvên
…
ji
nifşê ehrîmenî ye û
kevneşopîya
wê …
tirajêdîyeke
neguhrîye,
her
çar …
tuxîbên
axa min
ji
agirê …
sînemaya
Amûdê çêdike û
di
canê min de
kelkelêjan
e û gorrî ye,
barroveke
…
ji
hêtîna dozexê ye û
herroj
…
du
sed û heştê û sê bişkoj
durîna berûkê wê ye û
kes
nabêje, eve çi ye!
Lê-ê
ew zarokê
di wî filmê şewatê de
hestîkên wî bûyine rejî …
hêş yê sax e û ne mirî ye,
çîroka wî …
aha
niha … ez im … ez im
efsaneke û ya zîndî ye,
bawer biken
ne pîrhevî û …
ne ehrîmen …
ne jehir û "enfal" û "nefî"
nikarin me,
madem … mergê …
Mihemed Deqorî evro
di asmanê min û te de
stêreka geş û hêvî ye
bi hêvî ye.
2006-11-16
Vêsteros
Tîrêja Kurdî
kurdi@tirej.net |
|