| |
|
Heyder
Omer
|
Hunera
helbestê
Pêşgotin
Tevî
ku rexne, wek têgeheke sanistî, an jî wek zanistekê
di nava zanistên mirovane de, li ba hemî miletan gavên
fireh ber bi pêş de qevaztine lê li ba me gelekî
jar e, ta radeya, ku mirov dişê bêje me rexne nas
nekiriye, loma jî pirê guftugowên me stuyê evê têgehê
badidin, û ji wateya wê ya zanistî bi derdixînin.
Lewre jî gava rexnevanek berhemeke wêjevanekî me dide
ber ronahiya rexnê, eger boçûnên wî li kêfa xwediyê
berhemê nebanin, dinya bi serê wî de tê hilweşandin,
û hemî sinçên mirovane dibine qurbana rika çewt û
qerêj, ji ber ku rexne li ba me bi wateya pesnê, an
birînkirinê tê fêmkirin.
Bi
baweriya me ev helwesta çewt pirên rewşenbîr,
helbestvan û nivîsevanên me, wek civaka me, ji çanda
rexnê bê par dide xuyakirin, pêre jî bandûra xwe ya
neyênî dikşîne ser tevayê wejeya me, û wê jar
û qels dihêle.
Lê
mebest û wateya peyva rexne, bi wateya ku ew li ba hemî
miletan tê xebitandin, ji wateya peyva criticism(
kirîtîsîzm ), a zimanên ewrupî, ku ji lêkera krinein
( kirîneyn ) a Girîkan hatiye wergirtin. (Wek nimûne,
bi zimanê îngilîzî (critic – kirîkîk), bi yê
elmanî (kritik), bi yê firansizî (critique - kirîtîk)
û bi yê rûsî
( krîtîka ).
Ev
lêker di bingeha xwe de wateya biryar ( hukum ) an jî
pûnijî dide, pêre jî, gava di meydana wêje de tê
xebitandin, dikare bihayê (nerx) berhemeke wêjeyî
diyar bike.
Rexnevanên
Eُreban,
li gor wateya lêkera Girîkan, peyva Enneqd (
El-neqd ) bi kar tînin. Ev peyva eُrebî,
di zimanê wan de, wek ku di zimanê me de jî, wateya
dirav ( pere ) dide. Lê çima rexnevanên eُreb
wê bi wateya lêkera Girîkan dixebitînin?.
Ewana
weha diçin, ku ev peyv dikare diravên rast ji yên
sexte cuda bike, ango dikare, di meydana diravan de,
biryarê ( hukum ) bide, ku ev pere rast e, û eva din jî
sexte ye. Ev wate peyva eُrebî ji
wateya lêkera Girîkan ve nêzîk dike, pêre jî diyar
dibe, ku evê peyva eُrebî
di zimanê wan de du wate hene; yek jê dirav e, û ya
din, ku di meydana wêje de tê xebitandin, biryardayîn
e, nerxandin e.
Eger
mirov li pey wateya peyva biryar here, û wê
vekolîne, em bawer im dê li dawiyê bigihîne wateya
peyva hukum
û biha an nerxandin, ji ber ku ji hêlekê
de biryar bi xwe hukmek e, û ji hêla din de ti biryara
bê biha ( bê nerx ) nîne, çi ew nerxa bilind be, çi
jî nizim û erzan be, pêre jî dê bigihîne wateya
peyva pûnijî, ji ber ku her biryarek encama pûnijiyê
ye.
Dêmek
gava em peyva rexne di meydana wêje de, bi
wateya lêkera Girîkan, dixebitînin,hîngê mebesta me
biryardan e, nerxandin e.Vê lomê em weha diçin, ku
peyva kurdî ( nerx )an jî ( nirx ) dê
di vê pergalê de ji peyva ( rexn ) rastir be,
çimkê, ji hêlekê de, wek diyar e, peyva (nerx
) dikare wateya lêkera Girîkan û ya peyva zimanên
ewrupî ( criticism ) di xwe de bicivîne, û ji hêla
din de, peyva ( rexn ) a kurdî, eger (e) bi paş
wê nekeve, bilêvkirina her du tîpên (x, n) li pey
hevdu gelekî giran dibe, û eger tîpa (n) bête avêtin,
(rex) dimîne, û wateya
( kêlek – kenar ) dide, pêre jî ji wateya lêkera
Girîkan ve bi dûr dikeve.Bi baweriya me, tîpên evê
peyvê bi pêş û paş hevdu ketine, pê re jî
nerx bûye rexn.
Lê
tevî vê baweriya me, em dê di vê xebata xwe de peyva
( rexn ) bi kar bînin, û vê boçûna xwe ya
jorîn ji danustandin û gengeşeyên wêjeyî re
bihêlin.û bidine pêş zimanzanên me, da her du
peyvan vekolin, belkî karibin vêkra bigihînin boçûneke
yekta.
Ev
lêkolîna me pirojeya karekî rexneyî ye, li kêlek
hinek lêkolînên me mîna ( Helbest û civak,
durvkirina demdarî û helbesta pexşane ) ku berê
di kovar û malperan de hatine weşandin,berxwedide
ku durvê helbestê û hêmanên huneriya wê bipelîne.
Lewre jî dê giraniyê bide warê têorî, lê gava pêwîstî
bi warê piratîkî, ji bo ravakirina hin boçûnan hebe,
dê berxwebide, ku hinek nimûneyan ji helbesta kurdî
bide ber ronahiya boçûnên rêbazên rexnê.
Lê
wek çawa Kurd dibêjin goşt bê hestî nabe,
em jî nikarin vê xebata xwe ji lekeyan bişûn, û
bêjin ew karekî bê kêmasî ye, nemaze jî em dibînin,
ku deriyê vê babetê, li ba me hîna kilîtkirî ye. Hêviya
me ew e, ku hevalkarên rêzdar berxwe bidin, da, bi
xebatên xwe,wan lekeyan ji vî karê me bidin alîkî,
û şûna wan kêmasiyan teng bikin, belkî cefayên
me hemiyan vêkra vê valahiya, ku di tevgera me ya wêjeyî
de li ber çava ye, dagirin.
1
/ 7
Helbest
di navbera îlhamê û cefa de
Bê
ku em dîroka helbestê, wek celebekî wêje, dubare
bikin, em dikarin xwe bidin kêlek gelek dîroknivîs û
rexnevanên wêje û helbestê, û weha biçin, ku
helbest, li nik miletên, ku wêjeya wan ji roja
zaroktiya wan de hatiye naskirin, di pêşiya pexşanê
de bûye; ango helbest ji beriya pexşanê hatiya
naskirin, Ji ber ku ew li ber dergehên zaroktiya
miletan ji dayikê bûye, û ji wê demê de jî awayê
nivisandina helbestê bûye mijara gelek danûstandinan,
û gelek rexnevanan cefayên mezin, di vê babetê de,
diyarî pirtûkxaneyên mirovaniyê kirine, û hîna jî
dikin.Pêre jî diyar dibe, ku ewana her tim tiştê,
ku helbestê û pexşanê ji hevdu cuda dike, dipelînin.
Mixabin,
pirên guftugowên, ku di vê mijarê de, li ser zibanên
pirên helbestvanên me digerin, didine xuyakirin, ku
haya wan ji evan cefayan tune ye, an kêm e, pêre jî
xuya dibe, ku ewana weha diçin, ku kêş, bi tenha,
dikare helbestê û pexşanê ji hevdu cuda bike, û
deriyê helbestê li pêş her kesekî li ser piştê
veke, bi ser de jî hinek dibêjin: "Ma
form ( durv ) dikare çi li helbestê zêde bike? "
. Gelo ev yeka rast e?.
Bi
rastî eger ev boçûn li cihine din de bête gotin,
belkî bi hêsanî derbas bibe, bê ku bala mirov bikşîne,
lê gava di meydana helbestê de tê gotin, gelek pirsên,
ku li derdora zanîna xwediyê wê digerin, dilivîne.
Wek
me berê gotiye, helbest celebekî wêjeyî kevn e, her
weha ji wê kevinbûnê de jî bûye mijara rexnevanan.
Berî
pêşî helbest li gel Ilhamê hate bestandin,
û hate gotin, ku helbestvan li gel xwedayê huner (
muses ), ku li gor boçûna efsaneyên Girîkan, sîmbola
wê îlhamê bû, têkildar e.
Efletûnê
Girîk pirsek berda holê: Gelo îlham jêdera helbestê
ye, an cefa?.Ilham jî li ba wî li gel xweda girêdayî
ye. Lê li benda bersivên kesên din nema, belê ewî
bersiva pirsa xwe da, û weha çû: Helbesta, ku jêdera
wê ne îlham be, bê nerx dimîne, îlham dikare
helbestvanan bixe pergaleke mîna pergala sofîtiyê û
pêximberiyê, lewre jî cefa û xebat têra afirandina
helbestê nakin, ji ber ku helbesta helbestvanê, ku
hestên wî sar in, nikare hilkişe asta ya hestên
wî germ in.
Rexneya
Romayê ya kevin di bin bandûra vê boçûna Efletûn
de milxwar bû, û gelek rexnevanên wan, mîna Şîşron,
Horas û ên din xwe dane kêlek boçûna Efletûn, û
nerîna wî cûtin û dubare kirin.
Her
weha gelek nivîsevan û helbestvanên çerxa raperîna
Ewrupayê jî weha çûn, ku helbestvan xwediyê
helwesta pîroz û derûna xwedayî û zîrekiya, ku
ronahiya xweda wê dafirîne ye. Lê bi vê yekê tenê
qayîl nebûn.
Rexnevanên
Eُreban
yên kevin jî li gor vê boçûnê, gotin, ku her
helbestvanekî şeytanek heye, hêza helbestiyê di
wî helbestvanî de dafirîne (1),
ango ewana jî helbestvanî xistin bin bandûra hêzeke
veşartî, bêyî wê hêzê helbestvan nikare
helbestê bafirîne.
Dêmek
Efletûnê Girîk berî pêşî weha çû, ku
helbesta nerxbiha berhema îlhamê ye, ji ber ku, wek ew
dibîne, cefa bi tenha nikare helbestê bafirîne
(2).
Lê tevî vê boçûna wî, ku giraniyê nade cefayan,
belê tenê bi lez rola wan nîşan dike, mirov
nikare çavên xwe li hember wê rolê damirîne; ango
helbest, li gor boçûna Eflatûn, berhhema îlhamê ye,
lê hinek cefa jî divê, da naveroka îlhamê
wergerîne.
Lê
di pey Eflatûn re, şagirtê wî Erîstotalîs hat,
û nerîneke eşkera diyar kir, tevî ku ewî jî,
li gor mamostê xwe, naveroka civakî û perwerdeyî ya
helbestê teqez kir, lê ewî rola cefa ji ya îlhamê,
ne tenê, kêmtir nekir, lê bi ser de jî îlhamê
ewqas bala wî nekişand, ji ber ku rûdawên
helbestê bala wî kişandin,pêre jî ewî riyeke
din, di penava şirovekirina helbestê de qelaşt.
Lewre jî ewî zagon û usûlên hunerî, û bandûra
wan, ku helbest li gor wan tê afirandin, pelandin, û pêre
Eflatûn û Erîstotalîs, di meydana rexna helbestê
de, bûne du nûnerên du rêgayan, ku heya vê çexa nû
têne gengeşekirin, û bersiva wê pirsê dipelînin:
Gelo afirandina helbestê giraniyê dide îlhamê an
dide kar û cefayê helbestvan?!.
Evî
cefayê, ku Efletûn rola wî bi lez nîşan dike,
û Erîstotalîs wî gelekî biha dinerxîne, bala nivîsevan
û rexnevanên çerxa raperîna Ewrupayê kişand,
ewana jî ew zor bilind nerxandin, û weha çûn, ku
afirandina helbestê gelek cefa û kar jê re divên (3).
Wek
ku me li jor gotiye, gelek ramanbîr û fîlozofên
Romayê, û nivîsevan û helbestvanên çerxa raperîna
Ewrupayê bûbûne dîlên beşê yekem ( îlham ) yê
boçûnên Eflatûn, û ew cûtin,lê nivîsevanên
çerxa raperîna Ewrupayê rola kar û cefayê
helbestvan ji bîra nekirin, ta ku ewana gîhane çerxa
17ê, ku rêbaza kilasîk destlatdar bûye (4),
hîngê felsefa Erîstotalîs li ba kilasîkan deslatdar
bû, û rexnevanên wê demê bûne meldarên nerîna wî,
û cefa û karê helbestvan, di endizyariya helbestê de
bala wan zor kişand, û ewana şeweyê
derbirina helbestî pelandin.
Di
pey wan re romantîk hatin, û careke din boçûna Eflatûn
( helbest berhema îlhamê ye ) vejandin, û helbest ji
bin sîbera hiş ber bi sîbera hestan bi tenha de
kişandin, û weha çûn, ku îlham û paşhestan
(bêageh) kaniya helbestê ye, ji ber ku ewana mêldarên
xweyîtiya mirov bûn,
ew gelekî biha dinerxandin, û hest didane pêşiya
hiş. Lê tevî vê yekê jî gelek helbesvanên wan,
ku rexnevan bûn, nerxê îlhamê kêmtir dikirin, wek
çawa helbestvan û rexnevanê emerîkî Êdgar Alan Po
dibêje, ku pozbilindiya helbestvanan rê nedida wan,
ku lixwenin, ka çiqas cefa di ber afirandina helbestê
de dikşînin, ewana wî cefayî nîşan nakin,
da kesên din bidin qayîlkirin, ku ewana îlhamdar in,
û helbesta wan jî berhema wê îlhamê ye.
Her
weha her du helbestvanên firansî Bodlêr û yê îngilîzî
Spîndar yê hemdem, xwe dane kêlek Ê. A. Po, û bûne
hevalên boçûnên wî.
Bodlêr
weha diçe, ku divê helbestvan destlatdarê helbestê
be, rê nede wê ku destlatdarê wî be, da zanîn, hişyarî,
aramî û rastiya hunerî di helbesta xwe de bicivîne,
û bikaribe li ser wateyan û derbirina wan destlatdar
be.
Her
weha Spîndar jî weha diçe, ku cefa di helbestê de
her tişt e, belkî ev cefa rojekê, çend
hefteyan, an çend mehan bidome, ta ku bête xuyakirin,
ku helbest di tevaya vê demê de, ji xwe berê hatiye
nivisandin.
Ji
vebriqandina ramana yekemîn bi şûnda çi rola îlhamê
namîne. Di dû vebriqandina ramana yekemîn re rola
karînên helbestvan dest pê dike, ku bikaribe
wan wateyan bi cefa û derbirina xwe bike helbest.(5).
Bi
ser de jî rexnevanê eُreb
Teysîr Şêx El-Erd weha diçe, ku raman bi awayê
tewaw venabiriqe, belê ew beriya, ku bi derkeve meydanê,her
tim dubare dibe, da ew û xebata helbestvan ya zimanewanî
û kêşesaiyê li hevdu bibanin (6).
Kiroçê
jî para xwe kiriye vê babetê, û îlham şirovekiriye,
lê ji çarçewa ewan rexnevanên jor bi dûr de neçûye.
Ewî jî rola cefayê helbestvan di dûzankirina berhema
îlhamê de zor biha nerxandiye, û weha çûye, ku
gelek cefa divêye, da helbestvan bikaribe bermayê îlhamê,
ku bi xwe nehênî ye, bi derxîne, û bike helbest, pêre
jî gîhaye wê baweriyê, ku eger îlham kaniya zîrekiyê
ye, zîrekî, di meydana
helbestê de, wateya karîna hunerî distîne.
Lê
piştî ku zanyarên derûnî tiliya xwe didine ser
devera paşhestan (bêageh), nemaze jî piştî
derçûna pirtûka Sîgmond Firoyd ( Cîhana xewnan )
sala 1900î, pirsgirêka îlhamê pirtir ber bi warê
zanistî de tê kişandin, ji ber ku cîhana paşhestan,
li nik wan, şûna îlhamê distîne,û nerînên
rexnevanan jî têne guhertin, û giraniyê didine cefa
û xebata helbestvanan.
Bi
vî awayî, sayî tê xuyakirin, ku ewan rexnevanên, ku
di meydana helbestê de, giranî dane îlhamî, ji Efletûn
de bigir, ta digihînî Kiroçê, nikarîbûn rola cefayê
helbestvan di endizyariya helbestê de tune bikirana.
Eger
em bipirsin, gelo mebesta wan ji cefa çî ye, em
bawer in, ku mirov dikare, bê dudilî, bibêje, ku cefa
wateya xebat û karê helbestvan di avakirin û
endizyariya helbestê de, nîşan dike; ango me
ber bi pelandina durvê ( form ) wê de; ber bi
alavên hunerî, ku helbestvan ji bo avakirina wî durvî
dixebitîne de, dikşîne; ev cefa jî ne tenê
hilbijartina kêşa ye, belkî mirov bikaribe bêje,
ku kêş hêsantirîn beşê wî be, ji ber ku kêş,
bi xwe, bermayên kesine dine, û ji beriya helbestvan
hatine afirandin, ew dikare, bê cefa, rahêje wan.
Cefa,
wek me berê gotibû wateya kar û xebata helbestvan
distîne, awayê ristin û avakirina helbestê distîne;
ango hestên ku helbestvan bi wan hestedar e, ji xwe berê
nabine helbest, belê divê ew hestan bi awakî bêne
wergerandin û organîzekirn, ev awa şêweyê
derbirina helbestî ye, awayê avakirina durvê helbestê
ye.
Rexnevanê
Eُreb
Teysîr Şêx El-erd weha diçe, ku sê istûnên
derbirina hunerî hene, ew jî ev in: Pergala wijdanî
ya hunermend, karîna wî ya hunerî, û şêweyê wî
yê taybet, ku dikare pê li ser xebata xwe ya hunerî
destlatdar be, û pêde diçe, û dibêje, karîna hunerî
di xebitandina alavên hunerî û ciwanî de tê
xuyakirin, ku hunermend çawan dikare pergala xwe ya
wijdanî bi alîkariya wan alavan bide diyarkirin, û wê
pergala hestewerî ( agehî ) derbas hundirê derbirina
hunerî bike (7).
Wek
çawa koma keviran ji xwe berê nabine avahiyeke ciwan,
belê gelek metiryalên din divên, da avahiyeke ciwan
û tewaw ji wan hemiyan, bi zanîn û xebata avakerê jîrek
qulafetê xwe yê dawî bistîne, weha jî koma gotin û
peyvan nikarin ji xwe berê bibine karekî hunerî ye
xweser. Lewre jî rexnevanan her tim alavlên derbirina
hunerî û avakirina helbestê pelandine.
*****
Jêder û çavkanî:
(1)
Biner: Dr. Mihemed Xuneymî Hilal:Rexneya wêjeyî ye nû.
Bi zimanê eُrebî,
Bêrût 1987, rû 345,346.
(2)
Jêdera berê, rû 347.
(3)
Jêdera berê, rû 348.
(4)
Biner: Dr. M. X. Hilal: Romantîk. Bi zimanê eُrebî.
Bêrût 1973, rû 11- 30.
(5)
Dr. M. X. Hilal: Rexneya wêjeyî ye nu. Bi zimanê eُrebî,
rû 349.
(6)
T. Şêx El-Erd: Pelandina bingeha huneran. Bi zimanê
eُrebî.
Weşanên hevgirtina nivîsevanên Eُreb,
nimra çapê nediyar e, Şam 1991, rû 223.
(7) Jêdera berê, rû 203.
Tîrêja Kurdî
kurdi@tirej.net |
|