| |
Kurteçîrok
|

HESEN
BERZENCÎ
|
TERMÊ
BÎRANÎNA
Her
êvar cîranê wa yê bijîşk riya xwe bi wan
dixist, li çavê wî dinerî, li dilê wî dinerî, bihîstoka
xwe li ser laşê wî digerand, berî ku here û li
ber derî, bi dengekî nizm jê re digot:
-Mêrê
te nexweşe, yê
mirinê ye, bê goman lê nabe sibeh…..û di çû….
Her
sibeh, zû ji xew radibû, ew dihejand
û dey lê dikir…..mêr bi melûlî çavê xwe
vedikir û lê dinerî….. û dîsa digirtin û dikete
xewê…….
Rojekê
û bi kirasekî sipî, di nêv gulistanekê de di meşiya,
du kes bi aliyê wî de hatin, her yekî ji wan, qamçiyek
di destê xwe de rakiriye, nêzîkî wî bûn, bi neyarî
lê nerîn, û bi zirt jê re gotin:
tu
li buhiştê çi dikî, cihê te dojehe, heydê bi
mere, û ew dane ber xwe, yekî ji wan qamçiyek di nêv
pişta wîre anî, ew ji xew rakir, ku şilbûye
ji xwêdanê, qedeha avê ji ser masa nêzîk
rakir û bi ser xwe dakir…
Li
kêleka xwe nerî xwest xewna xwe jêre bêje ew hejand,
bankiryê lê ti deng jê nehat naskir ku komek hestî
û hinek goşt û gelek bîranîn li kêleka wî dirêj
kirîne….
Xwe
di ber re dirêj kir û raza û di dilê xwe de got:
-sibe,
ti kes min ji xewa min ranake da naske ez saxim lê mirî
me……
Tîrêja Kurdî
kurdi@tirej.net |
|