|
|

HESEN
HUSEYÎN DENÎZ
|
ÇÎROKA
ZEBEŞO
-Ji
wêjeya vegotina peyvikî ya kurdan çîrokeke klasîkî
ya evîndarî-
Di
vê dinyê de ti jin qasî jina kurd di bin zilmê de û
mazlûm e nîne! Ez vê pirtûkê di kesayeta dayika xwe
ya ji tevan zêdetir, bi zulma zilamtiyê re rû bi rû
ma û ji tevan mazlûmtir bû; diyariyê giyana tevahiya
jin û dayikên kurdan dikim.
Di
şevên zivistanê yên sar û seqem de xwe bê xew
dihişt û ji bo em bi dilxweşî xew bikin ev
çîrok û gelek çîrokên din ji me re vedigot. Gora wê
û ya hemû dayikên kurdan buhişteke bê zilamtiyê
be!
Di
rojeke dîrokê de, welatek xwediyê çiyayên bilind,
geliyên kûr, newalên fireh û beriyên bê ser û ber
hebû. Li vî welatî du golên mezin, du çemên kûr
û fireh û du evîndarên bi evîna xwe şa nebibûn
hebûn. Yek ji vana Ro ya keça Padîşahê wî
welatî bû, yek jê jî Zê yê kurê gavanê wî welatî
bû.
Ro
keçeke bejin zirav a weke tayeke rihanê bû ku dema
derdiket ser şaneşîna qesra bavê xwe,
hesreta xort û ciwanan bû ku bikaribin bêhnekê li
ber dîwarê qesrê rawestin û ji xwe re li bejn û
bala wê binêrin. Guliyên porê wê yên li ber tîrêjên
tavê bi heft rengan diterisîn dadiketin heta pehniya wê
û keziyên ku xwe berdidan ser hinarkên sêvînî yên
ruyê wê, bi her livandina serê xwe re agir berdida
nava dilê xort û ciwanan. Keskahiya çavên wê ji
keskahiya mêrg û çîmenên Mêrgûmarê tarîtir û
herdem şile dibiriqîn. Mijankên wê yên dirêj
û serê wan bi jor ve tewiyayî, bi burhên wê yên
ziravî tenik re li kêlekên dûr ên çavên wê, wiha
ji hev dûr diketin ku ji ber xwe ve awirên wê tûj
dikirin û vê yekê jî xweşikbûneke cudatir dida
ser ruyê wê yê spehî û grover. Lêvên wê yên
girs û lihevhatî, bêvila wê ya biçûk û hinarkên
ruyê wê yên herdem gulpembeyî, bi çena wê ya biçûk
û girover re wiha dibû yek ku wekî bi pênûsê mirov
li gorî dilê xwe xêz bike, ji aliyê Yezdan ve hatibû
resimandin.
Ji
xwe dema hûçkên xeftanê xwe diavêt ser milê xwe û
zendên wê heta enîşka wê derdiket holê, tenê
wê yê wekî şîrê miyan spî û bêgirûz, wiha
tenik bû ku ji rehên laşê wê, heta xwîna tê
de digeriya û heta hestiyên wê dikirin ku diyar bibin.
Her roj xeftaneke bi rengekî li xwe dikir, lê bi
mezinbûna pêsêrên wê û ziravbûna newqa wê kîjan
xeftan li xwe bikraya dîsa her weke tayeke rihanê bû
ku li hêviya bayê berbangê xwe bihejîne, wiha zirav,
wiha tenik û wiha nazdar û dawetkar radiwestiya.
Ro,
nû diket hijdeh saliya temenê xwe û êdî ji welatên
derdorê yên dûrî du gol û du çeman zarokên wezîr,
paşe, key û qralan bi barên diyariyan li ser pişta
hêştir û hêstiran dihatin xwestina wê. Navê wê
û xweşikbûna wê ji welatê Aceman heta welatê
Samiyan û heta welatên li kêleka sê behran belav bibû.
Roj nedima ku karwanek nedihat serdanê û Ro ji bavê wê
nedixwestin. Qesr û qonaxa bavê wê her roj malovanî
ji mêvanan re dikir û ji goştê mirîşkan
heta yê pez û xezalan, ji sêniyên birinc û savarê
heta selikên fêkî û sewze, ji şerbikên şerbeta
hinaran heta kaseyên ava sûsê, ji nanê tenûrê heta
nanê sêlê tenê şîrê şêr ji ser sifreyan
kêm dima.
Bavê
Ro Padîşahekî wiha dilbirehm, wiha bêhnfireh û
wiha mirovhez bû ku kî bihata ji bo xwestina keça wî
bi yek dilgermî û dilnizmiyê ew pêşwazî
dikirin û ti caran bersiva neyênî nedida wana û dilê
wana ji xwe nedihişt. Bi dilekî rehet û lêvkenî
ji wana re digot:
-
“Hûn ser seran û ser çavan hatine. We bi hatina xwe
rûmet da me û em serbilind kirin. Bi dostanî û
merivtiya we emê gelekî kêfxweş û dilşa
bibin. Hûn dizanin ku li ser xaka welatê me herkes
azad û wekhev dijî û kes nikare li ser vîna kesekî/ê
bandûra xwe bike. Ji bo wê wa ye keça min û wa ye hûn.
Keremkin pê re biaxivin ku ew bêje, ‘Erê’, ez ji
doh ve razî me ku merivtiyê bi we re deynim û
dostaniya we bidest bixim.”
Wê
demê Padîşah ferman dida wezîrê xwe û bang li
keça xwe dikir. Bêhneke din Ro bi hemû xeml û xweşikbûna
xwe diket hundir û silav li mêvanan dikir, derbasî kêleka
bavê xwe dibû û destê xwe datanî ser destê wî, li
cem radiwestiya. Bavê wê daxwaza mêvanan jê re digot
û mêvan tev dilê wan dikir ku raweste, wiha bi baldarî
li hêviya bersivdayîna wê radiwestiyan.
Ro
bêhnekê di ber xwe de diponijî û pişt re bi lêvkeniyeke
ku baqeke gul li ser ruyê wê veke û menqelek tije
bizotên sor berde dilê mêvanan, dest bi bersivdayîna
xwe dikir. Bi vebûna devê wê re rêzediranên wê yên
wekî berfê spî û lihevhatî, di nava sorahiya lêvên
wê re diterisîn û her peyva ji nava vê buhiştê
derdiket wekî ji kitêbê bin bi baldarî û bi coş
dihatin guhdarîkirin. Ro wekî bi vê sêhra peyvên
xwe dizanîbû, peyvên xwe yek bi yek û bi hilbijare
derdixist derve û zêde dirêj nedikir, digot:
-
“Bavo, mêvan hatine, ser serê min û ser çavên min
hatine. Dikarin bi rojan û bi mehan li qesr û qonaxa
me bibin mêvan û bixwin û vexwin û li xêr û xweşiya
xwe binêrin. Lê bila min biborînin ku niha ez biryara
şûkirinê ji kesekî re nikarim bidim. Ez heta mîrê
dilê xwe bi xwe nebînim, ez bersiva erênî nadim ti
xwezgîniyan!”
Bi
vî awahî kî dihat xwestina Ro destvala vedigeriya. Ro
jî her roja derbas dibû ji ya din xweşiktir û
spehîtir dibû û nav û dengê xweşikbûna wê jî
bi rêka karwan û rêwingiyan zêdetir belavî cih û
derên dûrtir dibû…
***
Li
vî welatê di navbera du gol û du çeman de gavanekî
wan hebû ku feqîr û rebenekî di halê xwe de bû.
Sibehê radibû garan ji nava bajêr tev kom dikir, dida
pêşya xwe û ew dibir nava mêrg û çîmenan diçêrand.
Heta êvarî li her çar aliyê derdora bajêr digeriya
û bi êvarî re berê garanê dida nava bajêr. Dawarên
di garanê de wiha fêr bibûn ku her sibeh dema deriyê
axoyan vedibûn bi xwe derdiketin û berê xwe didan ser
rêka ji bajêr dertê, êvaran jî dema digihiştin
nava bajêr, her yekî bi xwe rêka axoyê xwe digirt û
ji gavên re qet zahmetî dernedixistin. Lê gavan jî
qiymetê wana dizanîbû; ew yek bi yek dinasîn û simê
yekî kul bibe bi saetan pê dadiket û heta rehet
nekiriba dev jê bernedida.
Şêniyên
wî welatî tev ji gavanê xwe razî û dilxweş bûn.
Ji dawarên qesra Padîşah bigir heta yên herî
feqîrê gund tev ga û çêlekên xwe,ker û hêstirên
xwe, bi dilekî rehet dispartin wî û baweriya xwe pê
dianîn. Ji ber ku gavan feqîr bû her yekî ji aliyê
xwe ve alîkarî didayê; yê cil jê dihat cil dida, yê
xwarin jê dihat xwarin dida û bi vî awahî ew jî bi
xwe re didan jiyandin. Lêbelê dilê gel tev qasî ku jê
razî bû, ewqasî jî pê dişewitî!
Jina
gavên Sarê jî jineke di ciwaniya xwe de bi xweşikbûna
xwe, bi nav û deng bû ku digotin gelek xortan ji bo ku
Sarê pêşniyariya şûkirina bi wana re
nepejirandiye, hilkişiyane ser Zinarê Sor ê
xwediyê kevandeyeke qasî deh werîsan û ji wê derê
laşê xwe avêtine xwarê, parçe parçe bûne. Sarê
her ku mirina yekî ji wana bihîstiye, bi xwe çûye
ser Zinarê Sor, li wê derê rondik barandine û
vegeriyaye malê. Dawî rojekê dîsa ku ji ser Zinarê
Sor vedigere, bi rê de li garana gund rast tê. Dibîne
ku xortekî bejin navîn û spehî li ber garanê ye.
Xort di ber re derbas dibe, lê awirên xwe nade ser wê
û qet hayê xwe jê nayne. Di wê bêhnê de dilê Sarê
dikeve wî gavanî û li dora garanê dizîvire, tê cem
gavên, jê re dibêje:
-
“Ev cara yekem e ku di vî welatî de xortek min dibîne
û li min temaşe nake. Yan tu nemêr î, yan dilê
te tarî bûye, yan jî hewaleke te heye! Divê tu ji
min re bêjî ka çima te li min nenêrî?”
Feqîrê
gavan çi bêje? Bala xwe dide Sarê; keçeke teze ya
ciwan e ku keziyên wê yên ji qetranê reştir
daketine ser ruyê wê yê ji berfê spîtir ku şerm
dike ji xwe lê binêre. Çavên wê yên girsî zeytûnî
wiha awirên tûj vedidan ku dema pê re rû bi rû
dihat, dev û lêvên wî li hev herbilîn û nema dizanîbû
çi bêje. Lê dawî bi kotekî be jî wêra xwe kom
kiribû û gotibû:
-
“Xwişka delal ez mirovekî feqîr û reben im. Tu
dibînî ku gavanekî belengaz im. Tu keçeke bedewî
halxweş î. Her roj ji bo te xort xwe dikin gorî. Tu
li ku û ez li ku? Ez li te temaşe bikim wê çi
bikeve destê min? Tenê wê dilê min bisoje û vala
vala xwe biwestîne û biêşîne. Ji bo vê min li
te nenêrî ku ji nêz ve bejn û bala te nebînim û
dil bernedim te ku ez jî wekî wan xortan xwe di van
lat û zinaran de neavêjim xwarê. Lê niha bi hatina
xwe te rêka mirinê li ber min jî vekir.”
Bi
vê gotinê rondik tije çavên Sarê dibin û destê
xwe datîne ser destê Gavên û jê re dibêje:
-
“Rabe garana xwe vegerîne malê û ji dê û bavê
xwe re bêje, bila îşev werin mala me û min ji te
re bixwazin. Ez li vê derê bi vî ezmanî û bi vî
Zinarî soz didim û sond dixwim ku ez bimrim ji axê re
me, bimînim ji te re me.”
Bi
vî awahî şûkirina Sarê û Gavanê wî welatî pêk
tê. Salek, du sal, sê sal… deh sal derbas dibin lê
Yezdan ti zarokan nade wana. Di welêt de ocaxek namîne
ku xwe navêjin bextê wê, bijîjkek namîne ku serî lê
nadin, pîrejinek namîne ku pê naşêwirin, lê ti
fêde ji ti derê nabînin. Dawî bi qedera xwe razî
dibin û li hêviya rehma Yezdan dimînin ku rojekê li
wana were rehmê û zarokekî bide wana ku ew jî di
nava hemwelatiyên xwe de serbilind bin û bê zuriyet
ji vê dinyê neçin…
***
Di ketina
sala yazdehan de Sarê bi xwe hisiya ku ducanî bûye…
Destpêkê bawer nekir û got qey nexweşiyeke, yan
ka tiştekî din e. Lê dema zikê wê kêmekî
mezin bû û lebitîn di laşê xwe de bihîst ji kêfan
re kir ku bifire û veşare (sira) xwe ji mêrê xwe
re vekir. Feqîrê gavan ji kêfan re nema dizanîbû çi
bike! Bi vê kêfê derket derve û gihişt kê mizgînî
da wan ku jina wî ducanî bûye. Di wî welatî de jî
kê ev agahî bihîst ji gavên zêdetir pê kêfxweş
bû û bi sedan jin û keç hatin serdana Sarê û ew pîroz
kirin.
Dawî
neh meh û deh roj temam bûn. Sarê bi xwe hisiya ku êdî
wê bizê! Lê ber destê sibehê bû û tevahiya
hemwelatiyan di xewa şêrîn de bûn. Ji bo vê ne
dilê Sarê, ne jî yê Gavên negirt ku biçin cînarên
xwe ji xewa şêrîn rakin û bînin alîkarîdayînê.
Sarê di halê xwe de za; lê jê re ti zarok çênebûn.
Li cihê zarokekî zebeşek anîbû dinyê.
Zebeşek ku ne deng jê dihat, ne his û ne kerrî…
Sarê di wî
halî de dil şikestî bû û bi halê xwe giriya.
Dilê xwe bi xwe şewitand û destê xwe bi ber
Yezdan ve vekir û qêriya ku çi ji wana dixwaze. Lê
gavan her di ber xwe de diponijî û dawî çû gel jina
xwe, destê xwe danî ser serê wê û bi destê din
Zebeş girt û got:
-
“Hurme, ger Yezdan li şûna kurekî Zebeşek
dabe me, helbet hikmetek di vî îşî de heye. Ka
nede girî. Rondikên xwe nebarîne û dilê min nesojîne.
Em zebeş bixin bin kulînê, bila bimîne ka bê
Yezdan çi dike, em bibînin. Ma wekî din em dikarin çi
bikin?”
Sarê
ji neçarî ev pêşniyara zilamê xwe pejirand û
Zebeş avêtin bin kulînê. Dema bû sibeh cînarên
hatin serdanê tev bihîstin ku jina gavên zaye û zebeşek
aniye dinyê! Yên ev yek bihîstin li kerametên Yezdan
şaş man û tev xemgîn bûn û bi dilekî kul
vegeriyan mala xwe.
|