|
Ev
bûye demek ku di Medyaya kurdî de behsa
hewldanekê ji bo guhertina Ala rengîn
û sirûda Ey Reqîb ya neteweyî ya gelê Kurd,
tê kirin. Her weha tê gotin ku helbestvanê Kurd
Şêrko Bêkes
sirûdeke nivîsiye
da ku şûna
Ey reqîb bigire.
Nivîskarê
Kurd Jan Dost, ew sirûda
Şêrko Bêkes ku navê wê Kurdistan e guherandiye
Kurmanciya jorîn
û niha
jî li ber
destê xwendevanan e ku ew jî nêrînên xwe
li ser naverokê bibêjin û vê sirûdê
û sirûda Ey reqîb bidin ber hev û binêrin ka
kîjan bêtir
nêzîkî hest
û dil û giyanê gelê
Kurd e.
Kurdistan
Şêrko
Bêkes
Dayka
me yî çi şêrînî, serbilindî Kurdistan
Kevnareyî
tu pîrozî roniya çavê hemyan
Li
bakur û li başûr bî, rojava, rojhilatî
Armanc
yeke , al jî yeke, doza me ye azadî
Te
dparêzin, li çarhawîr wek rêza çiyayên te
Canfida
ne, dilpola ne, bi milyonan lawên te
Bi
salane çira xwîna şehîdan e ev xak e
Ta
hetayê dê li ser me biçirise
ronak e
Yekgirtîne,
di rê de ne jin û mêrin mil li mil
ji
bo pêşerpjeke geştir, ciwantir ji roj û gul
Tîrêja Kurdî
kurdi@tirej.net |